ŞIRNEX – Dayik Tole Deger ku kurê wê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku her ku dengê kurê xwe dibihîse bêhna wê dertê û bang li her kesî kir û got: "Em li ber girtîgehan xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin."
Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê jî Mahsûm Deger ê 22 salî ye. Deger ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê Şirnexê hat girtin û 13 sal ceza lê hat birîn, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayik Tole Deger, diyar kir ku ji ber rewşa aborî ji zû de ye neçûye girtîgehê û kurê xwe nedîtiye. Dayik Deger, diyar kir ku ew bi telefonê bi kurê xwe re diaxive û got: "Ji ber grevên birçîbûnê êdî dengê wan jî baş dernayê. Tim dibêje baş im, lê belê ji dengê wî dixuyê ku nebaş e."
'DEMA DENGÊ WÎ DIBIHÎSIM BÊHNA MIN DERTÊ'
Deger, anî ziman ku kurê wê moral dide wan û got: "Wexta em dengê wî dibihîsin bêhna me dertê. Roja telefona wî em hemû li hev kom dibin. Di telefonê de ji me re dibêje bila moralê we baş be. Dibêje 'Dilopek xwîn jî di canê me de bimîne em ê dev ji vê dozê bernedin.' Dayik im, her çend li ber bikevim jî lê em li pişta zarokên xwe ne." Deger, destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê divê her kes tev bigere û bang li her kesî kir û got: "Ji ber zilma li dayikan tê kirin hêstir ji çavên me dibarin. Dilê me dişewite. Ew ji bo zarokên xwe li wir in. Em jî wek wan dayikan li hev kom bibin. Xwedî li zarokên xwe derkevin."