STENBOL – Di ser daliqandina rêberên THKO'yê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan re 47 sal derbas bûn. Siyasetmedar Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku gotina Denîz Gezmîş a di dema darvekirinê de ku got "Bijî têkoşîna serbixwe ya gelên kurd û tirk" îro bêtir watedar bûye. Kurkçu, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: "Îro eger Denîz sax bûna wê bixwestana tecrîd bê şikandin."
Di ser daliqandina rêberên Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan re 47 sal derbas bûn. Denîz û Yûsûf, wexta xwestin biçin cem milîtanên THKO'yê yên li Çiyayê Nûrhaqê dest bi têkoşîna gerîlatiyê kirin, di 16'ê Adara 1971'ê de hatin girtin. Yûsûf, li Şarkişlayê û Denîz jî li Gemerekê di pevçûnekê de hat girtin. Huseyîn jî di 23'yê Adara 1971'ê de li navçeya Pinarbaşi ya Kayseriyê di kemînekê de hat girtin.
Her sê heval di 16'ê Tîrmeha 1971'ê de li Dadgeha Leşkerî ya Enqereyê hatin darizandin û cezayê daliqandinê li wan hat birîn û li di 6'ê Gulana 1972'yan de li Girtîgeha Ûlûcanlarê hatin daliqandin.
Serokê Fexrî yê HDP'ê û parlementerê berê Ertûgrûl Kurkçu ku ji bo rê li ber daliqandina Denîz û hevalên wî bigire di çalakiya Kizildereyê de cih girtibû, bal kişand ser têkoşîn û darvekirina Denîzan.
'BÛN CIHÊ HIŞYARIYEKE MEZIN'
Kurkçu, diyar kir ku li hewşa Girtîgeha Enqereyê gotina Denîzan ku gotibûn "Bijî têkoşîna serbixwe ya gelên kurd û tirk" hîn jî ji bo gelê kurd û şoreşgerên Tirkiyeyê ronahî ye û got: "Li Tirkiyeyê cara ewil Denîzan têkoşîna hevpar a gelê kurd û tirk bilêv kiriye. Hîn têkoşîna modern a gelê kurd rû nedabû Denîz û hevalên xwe mafên rewa ên gelê kurd xistibûn rojevê. Her wiha di nav gelê kurd de jî bûn cihê hişyarbûnek mezin. Îro, gelek kurdan navê Denîz li zarokên xwe kiriye û gelek kesan bi Denîz Gezmîş hay ji siyasetê çêbûne. Yanî ked û fidakariya van mirovan berhewa neçûye. Dikarim bêjim ku di warê civakiyî de em mesafeyeke dirêj meşiyane. Niha tekane lêgerîna têkoşîna hevpar Partiya Gelan a Demokratîk e. Kesên li ser vê esasê tev digerin û xwedî li vê mîrateyê derdikevin niha di HDP'ê de bi beramberiyeke têkûz û xurt re rû bi rû dimînin. HDP, vê mîrateyê li nav gelan, li nav çînên bindest û li nav her kesî berbelav dike û parve dike. Ev hemû ji bo me cihên şanaziyê ne."
Kurkçu, anî ziman ku her diçe peyama Denîzan bêtir tê fêmkirin û got: "Çi çax di navbera rojavayê Tirkiyeyê û Kurdistanê de zemîneke têkûz a têkoşînê çêdibe, wê çaxê li Tirkiyeyê di warê demokrasî, maf, azadî û wekheviyê de derfetên saxlem bi dest dikevin. Pêşektinek mezin rû dide. Lê çi çax ev pêwendî lawaz dibe, wê çaxê jî zilm û zordariya çîna serdest zêde dibe. A rast em dikarên vê yekê di berawirdkirina 7'ê Hezîrana 2015'an û niha de bibînin. Encamên ku di 7'ê Hezîrana 2015'an de dîmena siyasî ya serdestan serobino kir, li ser zemîna vê hevkariyê hat avakirin. Ev di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de merheleyeke pir girîng e. Li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê zemîneke pir girîng afirand. Lê belê ji ber em ji bo astengkirina vê zemînê nebûn asteng, ev 4 sal in Tirkiye ketiye bin tehekumeke giran a faşîst. Di 31'ê Adara 2019'an de careke din nêzî zemîna 2015'an bûn. Loma tişta ku Denîz di wî temenê ciwan de ev yek bîrbir, tiştekî pir girîng e. Wê çaxê dev ji têkoşîna hevpar a gelê kurd û tirk berdin, di dîmena siyasî ya Tirkiyeyê de hebûna gelê kurd mechûl bû an jî ser wê hatibû nixumandin. Lê pitşî kurdan ew perde çirandin û bi şoreşgeriya xwe derketin holê, wê çaxê me hemûyan gotina Denîz bêtir fêm kir."
‘DENÎZ EW JÎ KETIBÛN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
Kurkçu, diyar kir ku piştî der barê Denîzan de biryara darvekirinê tê girtin, Denîz û hevalên xwe li dijî vê biryarê dikevin greva birçîbûnê û got: "Helbet armanca wan ne ew bû ku xwe xelas bikin. Sirf ji bo li ber vî cezayî serî netewînin bi vî awayî helwesta xwe nîşan dan. Tenê ji bo bi serbilindî û bi awayekî saxlem ber bi sêdarê ve bimeşin greva birçîbûnê bi dawî kiribûn. Lê di hem di jiyana wan hem jî di mirina wan de girîngiyeke greva birçîbûnê hebû."
Kurkçu, anî ziman ku bo têgihiştina wateya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ne şerte ku mirov vê yekê bi têkoşîna hevpar a gelê kurd û tirk ve girê bide û got: "Ev têkoşîneke hevpar be an nebe, eger kesek bê tecrîdkirin û parastina mafên bindestan peywira sereke ya sosyalîst û şoreşgera ye. Yanî tecrîdkirina Birêz Ocalan, nîşaneya pergala Tirkiyeyê ye û di heman demê de mifteya ketûmî û tengayiya civakiyî û siyasî ya niha ye. Xwesteka ji bo şikandina vê mifteyê, helwesta herî rewa ye. Wê Denîzan jî li hemberî dîkatoriyeke ku rûxandinê heq dike muhakemeyeke wisa bikirana. Çimkî di jiyana wan de tecrûbeyeke bi vî rengî heye."
MA / Sadiye Eser