EDENE – Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku di meha Hezîranê de krîzeke mezin a aborî û siyasî li benda Tirkiyeyê ye û got: "Tenê hêzek heye ku çarenûsa vê erdnîgariyê biguherîne. Ew jî vîn û rêxistinbûyîna gelan a ku xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar dike."
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, geşedanên li Rojhilata Navîn û qewimînên di polîtîkaya derveyî de rû didin û bandora wan a li ser Tirkiyeyê nirxandin. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku Tirkiye di warê polîtîkaya derveyî de pir tengijiye. Hatîmogûllari, anî ziman ku heta niha AKP, di navbera DYA û YE'yê û Rûsya û Çûnê de li ser xeta şantajê çûye û hatiye, lê temenê vê siyaseta xwe dispêre qebedetiyê û ji fizîbîlîteyê bêpar pir ne dirêj e. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji bo Tirkiye rojek berî rojekê fuzeyên S-400 bigire Rûsya zorê didê û got: "Wexta Tirkiye dijberî wê tev digere, Rûsya dibêje 'Ez nahêlim li Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê gotin bê bilêvkirin.' DYA jî di warê S-400'an de xwedî tewreke dijwar e. Formula navberê ya Tirkiyeyê ew e ku tevî S-400'an de Patrîotan jî bikire, lê DYA bi zimanekî tund red dike."
GAVÊN ABORÎ
Hatîmogûllarî, destnîşan kir ku DYA, ji bo dûrketina Tirkiyeyê ya ji NATO'yê berteref bike wê di warê aborî û leşkerî de gavên cuda bavêje û wiha axivî: "Wê teslîmata F-35'an, îxracata çekên din û perçeyên yêdek bide sekinandin. Wê ji mekanîzamyên biryarê yên NATO'yê dûr bixe. Wê li gelek welatên Rojhilata Navîn hin alternatîfan têxe dewrê. Tesîra gavên di warê aboriyê de dibe mezin be; astengkirina krediyan, ambargoya lis er îthalat û îxracatê, mueyîdeyên der barê Riza Zarrab û Halk Bankê. Wê ev hemû Tirkiyeyê pir bitengijînin. Her wiha dibe Almanya û hin welatên din ên YE'yê ku di warê bazirganiyê de hevkarên Tirkiyeyê de jî bike prçeyeke vê ambargoyê."
‘NE MIMKUN E ÇARESER BIKE'
Hatîmogûllari, diyar kir ku DYA di warê S-400'an de Tirkiyeyê ditengijîne û ji bo vê jî heta Hezîranê molet daye Tirkiyeyê. Hatîmogûllari, diyar kir ku ne mimkun e ku AKP vê hevkêşeya zehmet çareser bike û got: "Di meha Hezîranê de krîzeke mezin a aborî û siyasî li benda Tirkiyeyê ye. Bedêla siyaseta çewt a îktîdarê li karker, kedkar û gelan tê barkirin."
Her wiha Hatîmogûllari, rewşa li Sûriyeyê ya piştî têkçûyîna DAIŞ'ê ya di warê leşkerî de jî nirxand. Hatîmogûllari, diyar kir ku her çend di warê leşkerî de DAIŞ têk çûbe jî lê hucreyên wan hene û dibe ku ku DYA û hêzên emperyalîst DAIŞ bi navekî din careke din derxînin holê.
‘QANÛNEKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK'
Hatîmogûllari, da zanîn ku li Rojava, di serî de gelê kurd û jin ji bo mirovahiyê bi awayekî bêhempa têkoşiyan û wiha lê zêde kir: "Li Kantona Cizîrê, kurd û ereb bi hev re li dijî zilma DAIŞ'ê şer kirin. Li Reqayê kurd û ereb bi hev re tev geriyan. Ev dîmen vî tiştî nîşan dide; Bêyî cihêkarî bê kirin kurd, ereb, ermenî, tirkmen, suryanî, êzidî, sunnî, elewî û xirîstiyan bi piştevaniyî tev geriyan."
Hatîmogûllari, anî ziman ku 8 sal in şerê li Sûriyeyê didome û di dema şer de gelek provakasyon rû dane, lê dîsa jî ev helwesta piştevaniyî derb nexwariye û got: "Nexwe qanûna bingehîn a ku dê bê çêkirin divê li ser esasê vî ruhî bê çêkirin. Divê demokratîk be û li ser asasên wekheviya mafan a gelan be."
Hatîmogûllarî herî dawî bal kişand ser guhertina hevsengiya Rojhilata Navîn û got: "Lê hevseng çi dibin bila bibin, tenê hêzek heye ku çarenûsa vê erdnîgariyê biguherîne, ew jî vîn û rêxistinbûyîna gelan a ku xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar dike."
MA / Hamdullah Kesen