EDENE – Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi kampanyaya nemayan kir.
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de bi dirûşmeya "nameyek vala jî biqîmet e, tu jî name û kartekê ji mirovên azad ên di zindanan de bişîne" dest bi kampanyaya nemayan kir. Li avahiya partiyê ji bo nivîsandina nameyan quncikek veqetandin. Endama Meclîsa Jinê ya HDP'a Edeneyê Sûzan Kiliç, der barê kampanyayê de diyar kir ku heta niha bi dehan name hatine nivîsandin û nameyên tên nivîsand roja sêşeman ji girtiyan re tên şandin û got: "Karteke vala jî ji bo girtiyan pir girîng û biqîmet e. Divê em bibin dengê wan."
‘NE BI TENÊ NE'
Kiliç, got: "Girtî, ji bo vî gelî bedena xwe dane ber mirinê. Bila zanibin ku dengê wan dengê me ye. Ruhê me li gel wan e. Nameyek jî, gotinek jî pir girîng e. Wexta name ji girtiyan re diçin moralê wan baştir dibe. Ew ne bi tenê ne. Divê her kes name an jî kartekê ji girtiyan re bişîne."
Rêvebera Meclîsa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Olcay Susgun jî, diyar kir ku kampanyaya hatiye destpêkirin pir hêja ye. Susgun, anî ziman ku herî zêde wexta ji girtiyên jin re dinivîse zehmetiyê dikişîne û got: "Divê em zanibin, azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye. Eger tecrîd bi adwî biebe wê aştî û aramî bê welat. Ji bo tecrîda bi dawî bibe divê jin hemû tev bigerin. Eger jin dest bidin destê hevdu wê tecrîd bi dawî bibe."
Susgun, ji bo kes nemire bang li her kesî kir ku tev bigerin û got: "Tecrîd, mirin e. Mirinê bidin sekinandin."