WAN – Ahmet Anigi yê di rojiya mirinê de, wêneyek ji bavê xwe re şand û li pişt wêne "Ev têkoşîn xwedî ruhekî wisa mezin e ku ji bavan derbasî zarokan dibe." nivîsî. Bav Adem Anigi jî got: "Wê ev agir kesên bêdeng dimînin jî bişewitîne."
Ahmet Anigi, li Girtîgeha Wanê di 1'ê Adarê de ket greva birçîbûnê û di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê. Anigi, di sala 1996'an de li Agiriyê hatiye dinê û hêj 19 salî bû hat girtin. Anigi ku malbatê navê Sîpan lê kiriye, lê nifûsê bi navê "Ahmet" qeyd kiriye 28 sal ceza lê hatiye birîn. Anigi, wexta dest bi greva birçîbûnê kir 74 kîlo bûn, lê niha 63 kîlo ye. Anigi, wêneyek ji bavê xwe re şand û li paş wêne wiha nivîsandiye: "Ev têkoşîn xwedî ruhekî wisa mezin e ku ji bavan derbasî zarokan dibe."
'PÊ SERBILIND IM'
Bav Adem Anigi, diyar kir ku di nûçeyan de bihîstiye kurê wî ketiye rojiya mirinê û got, ew bi kurê xwe serbilind e. Anigi, anî ziman ku di sala 1993'yan de hatiye girtin û sal û 3 mehan di Girtîgeha Erziromê de maye û tevî girtiyên din li dijî zext û zoriyan ketiye greva birçîbûnê û 25 rojan di grevê de maye. Anigi, got: "Sal derbas bûne lê belê zext û zoriyên îktîdarê neguherîne. Her diçe em bi dîmeneke dijwartir rû bi rû dimînin. Me zilm qebûl nekir. Niha jî kurê min qebûl nake. Tevî gelek girtiyên din li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan bedena xwe daye ber mirinê. Divê em kesên di greva birçîbûnêd e fêm bikin. Em dizanin daxwaza wan daxwazeke mafdar e. Em hêzê ji têkoşîna wan digirin."
'WÊ EV AGIR WE JÎ BIŞEWITÎNE'
Bav Anigi, ji bo ragihandina dengê girtiyên di greva birçîbûnê de daketina qadan girîng e û got: "Eger gelê me bertek nîşan bide wê dewlet vê zilmê rawestîne. Divê îktîdar rojek berî rojekê daxwaza çalakgeran pêk bîne. Eger li vî welatî edalet hebe, mecbûr e mafên Birêz Ocalan bideç Gelê kurd Birêz Ocalan wekî rêberê xwe dibîne. cîhan hemû bi vê dizane. ev gel kesî nekuştiye. Di destê vî gelî de çek tune ne. Ji ber doza aştî, azadî û biratiyê dike tê qetilkirin. Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne tên derbkirin. Di tu hiqûqê de cihê van pêkanînan tune ye. Divê Serkomar rojek berî rojekê gavina bavêje. Ma qey wijdanê wî tune ye? Kurê min ji bîra min naçe. Ev demeke hema bêje li mala me xwarin nayê çêkirin. Berî mirin çêbibe divê tecrîd bi dawî bibe. Serokomar behsa misilmantiyê dike, divê hay ji mafên mirovan jî hebe. Di tu olê de cihê van zext û zoriyan tune ye. Bila destê xwe deyne ser wijdanê xwe û tecrîdê bi dawî bike. Bila her kes dengê xwe bilind bike. Eger gav neyên avêtin wê ev agir kesên bêdeng dimînin jî bişewitîne."
KURÊ MIN PIR JI GELÊ XWE HEZ DIKE'
Dayik Sitî Anigi jî diyar kir ku di 3'yê Nîsanê de kurê xwe dîtiye, lê belê tenduristiya wî nebaşe bûye û got: "Ji bo em li ber nekevin tim dibêje baş im. Destê wî direhilîn. Moralê wî baş bû. Tim behsa rojên berê dikir, henek dikirin. Wexta me behsa grevênb irçîbûnê dikir, digot çi dibe bila bibe ew ê dev jê bernede. Ji bo em nebnin zihîf bûye gelek kinc li xwe kiribûn. Xwişk û birayên wî tim behsa wî dikin. Em nikarin xwarinê bixwin. Tim di bîra me de ye. Pir ji gelê xwe hez dike. Ji ber zilm û zordariya li ser gelê kurd tamûl nedikir daxilî nav têkoşînê bû. Niha jî li girtîgehê têdikoşe. Cîhan hemû dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Loma divê serkomar, Wezareta Dadê daxwaza girtiyan pêk bînin."
'GOTIN QEDIYA'
Dayik Anigi, anî ziman ku kurê wê Yilmaz Anigi di 2'yê Gulanê de çûye girtîgehê û birayê wî Ahmet jê re gotiye: "Em tu carî dev ji çalakiya xwe bernedin. Em bi serbilindî têdikoşin. Ji ber gav nayên avêtin me serî li vê çalakiyê da. Piştî vê saetê gotin qediyaye." Dayik Anigi jî got: "Bi rastî jî gotin qediyaye."
MA / Ayşe Surme