* Ahmet Anigi yê di rojiya mirinê de, wêneyek ji bavê xwe re şand û li pişt wêne wiha nivîsandiye: "Ev têkoşîn xwedî ruhekî wisa mezin e ku ji bavan derbasî zarokan dibe." Bav Adem Anigi jî got: "Wê ev agir kesên bêdeng dimînin jî bişewitîne."
* Yasîn Gungor ku 141 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Berxwedana me ji bo pêşeroja me ya hevpar e. Bedena min her roj dihele, lê belê baş dizanim hûn ê hêviya me mezintir û zeximtir bikin."
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de kampanyaya nemayan da destpêkirin.
* Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku di meha Hezîranê de krîzeke mezin a aborî û siyasî li benda Tirkiyeyê ye û got: "Tenê hêzek heye ku çarenûsa vê erdnîgariyê biguherîne, ew jî vîn û rêxistinbûyîna gelan a ku xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar dike."
* Hunermend Alî Geçîmlî û Agît Ahmet Elînç ku ji bo Leyla Guven a 179 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye stranek çêkirin, diyar kirin ku divê vê serdema ku faşîzmê zêde bûye de divê hunermedn daxwazên çalakgeran derxin pêş.
* Parlementerê DEP'ê yê berê û Hevserokê HDP'a Êlihê Nîzamettîn Togûç ku ji 6'ê Cotmeha 2018'an ve girtiye, daxuyand ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê tev li danişînan nebe.
* Dayika Enver Donmez ku ket rojiya mirinê, bang li hêzên demokrasiyê û gelê kurd kir û got: "Li bendî çi ne?" Bavê wî jî got: "Eger rê li ber Ocalan bê vekirin wê aştî çêbibe."
* Di ser daliqandina rêberên THKO'yê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de 47 sal derbas bûn. Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku gotina Denîz Gezmîş a di dema darvekirinê de ku gotibû "Bijî têkoşîna serbixwe ya gelên kurd û tirk" îro bêtir watedar bûye. Her wiha Kurkçu, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got: "Bawerim eger Denîz ew sax bûna wê bixwestana tecrîd bê şikandin."
* Dayik Tole Deger ku kurê wê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku her ku dengê kurê xwe dibihîse bêhna wê dertê û bang li her kesî kir û got: "Em li ber girtîgehan xwedî li zarokên xwe derkevin."
* Hewldana 78'an a Mêrsînê dê li daristana 68'an Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr bîne. (11:00)
*Çalakiya greva birçîbûnê ya malbatên girtiyan ên li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Seyhanê dabûn dest pê kirin, bi dawî dikin. (10.00-19.00)
*Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), dê bi sernavê "Girtîgeh, greva birçîbûnê-îzolasyona û bijîşktî" li Odeya Bijîşkên Stenbolê ya li Caloglû panelê li dar bixin. (12.00-17.30)
*Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa M a Gebze û Qada Esenyûrtê dewam bikin. (12.00-19.00)
*Bi boneya salvegera Komkujiya Dersîmê ya di 4'ê Gulana 1937'an de pêk hat, dê li Komeleya Pîr Sûltan Abdal a li Amedê, bîranînên cuda bên li darxistin. (16.30)
*Di 17'emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmor a li Amedê tê lidarxistin de, dê bi tevlîbûna Aktîvîstên TJA Ayla Akat Ata, Ayşe Gokkan û Nebahat Akkoç forma "Hilbijartina jinan, pêngavên herêmî, qadên berfireh" bê lidarxistin.
*Meclîsan Ciwanê HDP'ê ya Êlihê, dê li salona Dawetê ya Alyans şahiyekê li der bixe. (18.00)