AGIRÎ – Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji ber tecrîda li Îmraliyê banga bicihanîna hiqûqê li îktîdarê kir.
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bazîdê bi malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne hat gel hev.
Taşdemîr di hevdîtina li gel malbatan de axivî û got: “Grevên birçîbûnê ketine astek xeterdar. Li girtîgehan li dijî faşîzmê berxwedanek mezin heye. Ji bo şikandina tecrîdê divê bêtir têkoşîn bê kirin.”
Taşdemîr ji bo tecrîd rabe bang li AKP’ê kir û xwest îktîdar bicihanîna hiqûqê pêk bîne.
Malbatan jî anî ziman ku heta dawiyê ew li pey daxwaz û li gel zarokên xwe ne û i bo qîrîna ji girtîgehan bilind dibe dê têbikoşin.