ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê, piştgirî dan endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) yên ji ber li dijî şer aştî parastin û rastî ceza hatin.
11 Endamên Reveberiya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) yên serdema 2016-2018'an, ji ber di 1'ê Îlona 2016'an Roja Aştiya Cîhanê de bi ser navê “Li ser vê axê em dikarin bi hevre wekhev û di nava aştiyê de bijîn" û di 24'ê Çileya 2018’an de bi ser navê “Şer pirsgirêka tenduristiya gel e" daxuyanî dabûn rastî cezayê girtîgehê hatin. Cezakirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê rastî bertekên zêde tê. Endam û nûnerên Hêza Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê li pêş Navenda Çandê ya Alsancak Turkan Saylan kom bûn û daxuyanî dan. Endamên Platformê pankarta "Konseya Navenda TTB'ê rûmeta me ye" vekirin û dirûşmeyên “TTB rûmeta vî gelî ye", “Bijîşkên gel ne bi tenê ne," “Dest nedin TTB ya aştiyê dixwaze" berz kirin.
Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Kanî Beko jî tev li daxuyaniyê bû. li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê Endamê Odeya Tabîban a Îzmirê û Hevserokê SES'ê ya Îzmirê Fatih Surenkok daxuyanî da. Surenkok, anî ziman ku berpirsiyar in ku civakê rast agahdar bikin û daxuyaniya "Şer pirsgirêka tenduristiya gel e" jî pêdiviya vê berpirsiyariyê ye.
Surenkom, destnîşan kir ku bi îdîaya li dijî şer aştî parastine gel teşwîkî kîn û nifrînê kirine û ceza kirine û ev yek li dijî hiqûqê ye. Surenkok, anî ziman ku ew bawer dikin ku ev biryar wê li dadgeha jor bê xerakirin. Surenkok, herî dawî bibîr xist ku wekî TTB û Odeya tabîban dê her dem li dijî şer aştiyê biparezin û gotina xwe ya şer pirsgirêka tenduristiya gel e berdewam bikin.