RIHA – Malbatên girtiyan li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê çalakiyên xwe ya nobetê didomînin. Malbatan bertek nîşanî şideta polîsan a li dijî dayikên girtiyan da û gotin: “Ev kesên li hember vê wahşetê temaşevan dimînin wê sibê çawa li rûyê zarokên xwe binêrin?”
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne ji bo piştevaniya zarokên xwe tevî hemû astengiyên polîsan jî li avahiyên HDP’ê yên navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê çalakiya nobetê didomînin. Çalakiya li Wêranşarê ket roja 7’emîn.
Malbatên di nobetê de ne bertek nîşanî şideta polîsan a li dijî dayikên girtiyan ên li Gebze, Stenbol, Şirnex û Amedê hat kirin dan.
Malbatan dan zanîn ku teqez wê rojekê hesabê vê şideta li dayikan tê kirin bê pirsîn û gotin: “Divê tu alî bêdeng nemînin. Ev kesên li hember vê wahşetê temaşevan dimînin wê sibê çawa li rûyê zarokên xwe binêrin? Em ê tevî hemû zext û şidetê jî li hember mirinan bêdeng nemînin.”