AMED – Hat ragihandin operasyona eskerî ya li bejahiya navçeya Pîrana Amedê hatibû destpêkirin berdewam dike.
Operasyona eskerî ya di 27’ê Nîsanê de li herêma navçeya Pîranê ya Amedê hatibû destpêkirin didome. Hat ragihandin ku li gundên Xaçek, Herîdan, Şingirik û Tanekra yên dikevin herêma operasyonê dem bi dem pevçûn li wan diqewimin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, di pevçûnan de 2 esker û 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.