STENBOL - Dayikên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê berdewam bikin, dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Parhamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, bertek nîşanî astengiyên polîsan da û got: “Tu dewlet nikare girêdana dayikan a zarokên wan asteng bike."
Xizm û dayikên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan û dengê girtiyan bilintir bikin, li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze dîsa kom bûn û xwestin nobeta xwe berdewam bikin. Dayik û malbatên ku ji 9'ê nîsanê de li ber girtîgehê nobetê digirin xwestin dîsa nobeta xwe berdewam bikin. Xizm û dayikên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Gebze kom bûn, li maşîneyan suyar bûn û ketin rêya girtîgehê. Li gel dayikan parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş jî bi wan re rêwîtî kir. Beriya ku dayik û xizmên girtiyan bigêjin Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê, polîsan rêya maşîneyan girt û destûr neda ku malbat biçin ber girtîgehê. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş li vir bi polîsan re niqaş kir û got: "Qedexe û astengiya li pêş dayikan li dijî zagonan e." Amîrê polîsan got "Tu qedexeya me ya der barê we de tune ye. Biryara walîtiya me daye heye. Li gorî vê biryarê hemû çalakî û daxuyaniyên der barê tecrîdê de li Kocaeliyê bên kirin qedexe ye. Beştaş jî xwest vê biryarê bi awayekî nivîskî bibînin. Lê amîrê polîsan tu biryara nivîskî nîşan neda û ferman da ku koma Beştaş jî di navde dorpêç bike. Beştaş bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: "Tenê karê we hûn dora koman dorpêç bikin. Erka dewletê ewe ku ewlehiya canê welatiyan bistîne. Divê dewlet ewlehiya can, mafê jiyanê û mafê azadiya ramanê biparêze. Li vir dayik hene. Tu dewlet nikare girêdana dayikan a bi zarokên xwe re asteng bike."
Tevî hemû niqaş û hewldanan polîsan destûr nedan ku malbat biçin nobetê bigirin. Li ser vê yekê malbat paşve vegeriyan û biryar dan ku sibê dîsa werin tev li nobetê bibin.