RIHA – Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Barış Polat ku duh li edliyê nûçe dişopand û bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kiriye" hat binçavkirin" hêj li şaxa TEM'ê tê rawestandin.
Nûçegihanê Ajansa me Mezopotamya (MA) Bariş Polat ku duh di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de li Edliyê nûçe dişopand û polisan ew binçav kir hêj li TEM'ê tê rawestandin. Polîsan bi îdîaya li salona edliyê wêne kişandiye Polat binçav kirin û wênekêşa wî desteser kirin. Hat diyar kirin ku polîsan bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye" binçav kirine û hêj li şaxa TEM'ê tê rawestandin. Polat, beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê jî dema li Navçeya Pirsûsê nûçeya darizandina Emîne Şenyaşar ku parazvanê parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz Hevjînê wê Hacı Esvet û zarokên wê Celal û Adil Şenyaşar kuştin dişopand hatibû binçavkirin.