COLEMÊRG - Bavê şivan Sertîp Şen ê li navçeya Geverê li qada eskeran bi guleyekê hat kuştin, Cemşit Şen, diyar kir ku cihê kurê wî lê hat kuştin, qada eskeriyê ye û wiha got: "Li herêmê 2 qereqolên eskerî û 2 baregehên eskerî hene. Kurê min ji ber zêde xwîn jê çû mir. Ger ku li Colemêrgê şivanek bê kuştin ne xama tu kesî ye."
Di 2'ê Gulanê de li Gundê Wargenima yê Navçeya Geverê ya Colemêrgê, şivanê 46 salî Sertîp Şen ê pezê xwe diçêrandin, bi guleyekê birîndar bû û ji ber zêde xwîn jê çû jiyana xwe ji dest da. Dema Şen rakirin nexweşxanê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Şen li gundê Wargenima definkirin. Malbata Şen diyar kir ku gule li nêzî sînga wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Malbatê anî ziman ku heta berpirsiyar bê dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn ewê têkoşîna xwe ya hiqûqê berdewam bikin.
'XWÎN WINDA KIR Û JIYANA XWE JI DEST DA
Bav Cemşit Şen, diyar kir ku kurê wî Sertîp bavê 5 zarokan bû û tenê bi sewalkariyê debara xwe dikir. Bav Şen, anî ziman ku dema kurê wî şevandî dikir li qada eskerî hatiye qetilkirin û wiha got: "Serê sibê saet di 07.00'an de pesê xwe ji mal derxist û çû zozanê Kavlêboş ê 3 kilometre dûrî gund. Demek direj agahî jê nehat girtin. Jinên ku çûn pinçar kom bikin rastî wî hatin û agahî dan gund. Gundiyên ku agahî stendin çûn cihê bûyerê û Sertîp 3 kilometre li ser pişta xwe kirin û anîn gund. Demek dirêj birîndar ma û pir xwîn winda kir. Ez dipirsim çima mudaxaleyî kurê min nekirin? Li cihê kurê min lê birîndar bû 2 qereqolên eskeran û 2 baragehên eskerî hene. "
Bav Şen, destnîşan kir ku kurê wî ji sînga xwe ve birîndar bû û wiha lê zêde kir: "Kurê min li qada qereqolê birîndar bû. Demek dirêj bi birîndarî li wê herêmê ma û li wê derê zêde xwîn jê çû. Cihê lê birîndar bû ji aliyê eskerên qereqolê ve bi hêsanî tê dîtin. Çima eskerên qereqol û baregehê mudaxale nekirin. Ger ku eskeran di wexta wê de mudaxele kiribûna dibû ku kurê min jiyana xwe ji dest nedabûya."
Bav Şen diyar kir ku ewê der barê berpirsiyaran de serlêdana sûc bike û wiha bi dawî kir: "Divê kuştina mirovan ne ew qas hêsan û erzan be. Nikarin bikujin û serwê bincil bikin. Emê hesabê vê yekê bipirsin. Ji bo edalet cihê xwe bibine em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin. Li Geverê û Colemêrgê şivanek hat kuştin, lê cemawerî û parazvanê mafên mirovan bêdeng in. Divê kuştin ne ew qas hêsan be. Xuya ye ku şivanek hatiye kuştin ne xema tu kesî ye. Em ê heta dawî vê dozê bişopînin."