ENQERE – Girtî Zelîha Ustabaşi ya 140 roj in li Girtîgeha Sîncanê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ji ber heqê nan û avê nedane çalakgeran şopandina bijîşkan red kirine.
Girtî Zelîha Ustabaşi ji 27’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê di li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Ustabaşi di namaya xwe ya di 29’ê nîsanê de nivîsand diyar kir ku rêveberiya girtîgehê heqê nan û avê greva birçîbûnê nade.
Ustabaşi anî ziman ku menuya greva birçîbûnê di çarçoveya menûya navnetewî de ye û got: “Ji ber pêwîstiya ku Tirkiye jî alîgirê peymanane, hewcehiyên menuya greva birçîbûnê divê ji aliyê îdareya girtîgehê û ango bijîşkê revîrê ve bê pêşwazîkirin. Ji ber heqê nan û avê nedane çalakgeran, şopandina bijîşkan red kirin.”