Di 42 salan de kasetên 200 dengbêjan tomar kir

  • rojane
  • 10:38 15 Mijdar 2017
  • |
img

MÛŞ – Kasetvanê Mûşî Metîn Demîr ê di sala 1975'an de cîhaza tomariyê ji Qamişlo kirî û li odeya xwe studyo ava kir, kasetên nêzî 200 dengbêjî tomar kir û nêzî 200 kaset jî ji gundan kom kir û zêde kir. Demîr çîroka 42 salên xwe vegot û wiha got: "Piştî sala 12'an bi ser dikana min de girtin. Ji ez hinek kasetan nefiroşim ez hatim hişyarkirin." 

Kasetvanê Mûşî Metîn Demîr ku karê kirîn û firotina kasetên dengbêjê kurd dike, heta niha kasetên dengêj Şakiro, Reso (Resul), Huseyno (Huseyin Biter), Zahiro, Sidiko (Haci Sido) û Sebriyê Kor tomar kirine 42 salin kasetên dengbêjan tomar dike û belav dike. Demîr li Mûşê di dikana xwe ya 10 metrekare de studyo ava kir û kasetan tomar dike û belav dike. Demîr, di sala 1975'an de cîhaza tomarkirinê ji bajarê Qamişlo yê bin xetê kirî û piştre dest bi tomarkirina kasetan kir. Demir, li ser dengbêjî, hunera kurd û zextên li ser ziman û hunera kurd ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Demîr, diyar kir ku di serdemekê de kaset dixistin bin axê û vedişortin û ji ber ku kasetên kurdî firotin hatiye girtin. Demîr, anî ziman ku zexta di salên 80’ê de li ser kurdan dest pê kir, heta salên 90’an jî berdewam kir û wiha got: "Ji darbeya 12'ê Îlona 1980'an heta niha li ser huner û zimanê kurdî zext û qedexe hene. " 
 
EWIL MIN KASETÊN DENGBÊJIYÊ BERHEV KIRIN
 
Demîr, destnîşan kir ku birayê wî Mustafa Demir  li Amedê di sala 1974'an de studyoya kasetan a bi navê Dosido vekiribû û bi pêşniyara birayê xwe çû li Mûşê Studyoya Kasetan vekir û wiha got: "Min di sala 1975'an de li Mûşê dikana kasetan vekir. Ewil min kasetên dengbêjan ji piyaseyê kom kir. Min kasetên dengbêj Reso, Huseyno û wekî din difirotin. Piştre gel ji me kasetên Mem û Zîn, Derwêşê Evdî û yên dîrokê dibêjin xwestin. Yê ewil kasetên dengbêjên Kurdistanê berhev kirin û firotin ez bûm. Piştre min çû ji Qamişlo cîhazê tomarê kirî û li mala xwe studyoya kasetan avakir." 
 
Demîr, anî ziman ku ji aboriyê zêdetir ji bo çanda dengbêjiyê zindî bike têkoşînek mezin da û wiha axivî: "Ev kar ji bo min bû wekî evînekê. Ger ku ne wekî evînê bûya piştî ez hatim girtin min dê dest jê berdaya. Lê min dest jê berneda. Ev evîna min û lêgerîna min a stranan niha jî berdewam dike. Dema ez stranekê qeyd dikim û li cîhanê belav dikim min kêfxweş dike." 
 
KASETA EWIL JI DENGÊ ZAHIRO TOMAR KIR
 
Demîr, destnîşan kir ku şevekê dengbêj Zahiro bû mêvanê wî û yekem car ji dengê wî kaset tomar kir û wiha lê zêde kir: "Rojekê Zahiro bû mêvanê min. Min wê şevê ji dengê wî 2 kaset tomar kir. Berhemên Şêx Seîd, Xalit Begê Cibrî û Ferzende Beg strî. Ev kaseta min a yekem bû min tomar kir. Min di sala 1977'an de kaseta Zahiro û di sala 78'an de jî kaseta Huseyno tomar kir. Zahiro, li ser şerê Kibris û evînê stran digot. Lê min ji wî stranên qahramanan xwest. Min xwest berhemên Şêx Seîd, Xalit Begê Cibrî û Ferzende Beg bistrê. Ez bi kaseta yekem pir bextewar u kêfxweş bûm. Piştî min qaset çap kir û dîsa Zahiro hat û kaset guhdar kir ji keyf û hestiyariyê giriya. 
 
Piştre min kasetên dengbêj Evdalê Zeynê, Şeroyê Biro, Îboyê Kor û gelek dengbêjên din berhevkirin tomar kirin û firotin. Niha li cem min 400 kaset hene. Jê 200 kaset min tomar kirin. 200 kesetên din jî min ji derve kom kirin û zêde kirin. 
 
Ji bo ez kasetan berhev bikim ez diçûm cem axa û began. Ji ber ku li cem wan berhemên tomarkirî hebûn. Min kaset ji cem wan berhev dikirin û zêde dikirin. Di sala 1982'an de min wênekêşek stend. Min wênekêş, lênûst û pênûsa xwe girt û ez çûm herêma Qereyazî, Kop, Melezgîrt, Panos û Erdîşê. Min hem dengê dengbêjan tomar kir û hem jî diçûm min wêneyên dengbêjan dikişand û çîrokên wan dinivîsand. Min wekî rojnamegerekî kar dikir. " 
 
DENGBÊJÎ AZADÎ YE QERÎN E 
 
Demîr, anî ziman ku gelê kurd berê zêdetir li gund û çaltaran dijiya û zêdetir karê sewalkarî û çotkariyê dikir û wiha got: "Gelekan li zozan, çiya û deştê dengbêjî dikir. Berê zêdetir dengbêjî serdest bû. Lê niha li 3 têlan dixin û stran dibêjin. Dengbêjiya berê û stranbêjiya niha ya bi lêdana 3 têlan nabe yek. Dengbêjî azadî ye. Serbestî ye. Qerîn û hawar e. Berê dengbêjan nêzî hezar stran digotin. Lê niha kes naxwaze fêr bibe. 
 
LI BAJARAN DENGBÊJÎ BÛYE WEKÎ FANTEZÎYEKÊ 
 
Demîr, dengbêjiya li bajaran jî rexne kir û destnîşan kir ku dengbêjî li bajaran êdî bûye wekî fanteziyekê û ji armanc û ruhê xwe dûr ketiye. Demîr, da zanîn ku dengbêjî azadiye û qerîna li çiya û zozanan e û wiha pêde çû: "Ger ku dengbêjên berê hebûna dê li ser şerê niha gelek stran gotibana. Yên niha ne dengbêj in. Yên niha stranbêj in. Tenê stranên heyî distrên. Dengbêj hem ava dikin û hem distrên. Mînak Apê Reso bi xwe nêzî 200 stran nivîsandiye û bi xwe strîye. Şakiro dîsa nêzî 50 stran nivîsandiye û bixwe gotiye. Niha bi sedan stran bi kurdî ne, lê wergerî tirkîkirine. Wekî Îbrahim Tatlises, Îzzet Altinmeşe  bi dehan stranên kurdî wergerî tirkî kirine û bûne stranbêj. Dîsa Burhan Çaçan strana Lê Dotmam wergerî tirkî kir. Îzzet Altınmeşe strana Lê Xanim" wergerî tirkî kir. Wekî wan bi sedan stran kirin tirkî. 
 
100 KASETÊN MIN HATIN ŞEWITANDIN
 
Di serdema 12'ê Îlonê de 50 kasetên ku min ji dengêjan tomar kiribû û 50 kasetên ku min ji gundan kom kiribû bi giştî 100 kasetên min hatin şewitandin. Ez 6 mehan li Girtîgeha Harputê mam. Dema ez hatim girtin ez dam TRT’ê. Wê demê tenê TRT hebû. Wekî ku ez kesekî pir navdar bim destê min kelepçe kirin û çavê min girtin. Piştî 6 meh şûnde ez hatim berdan ji min re gotin çavê de girê dabûn û tu bin çav kirin. 150 kasetên min birin. Ez 40 rojan li girtîgehê rastî îşkenceyê hatim. 
 
Me wê deme me qaset bi dizî tomar dikir. Hin rojan me nêzî 200 kaset zêde dikirin. Piştre me vedişortin. Dema me qeydek ji dengbêjekî digirt me zêde dikir. Min ji bo zimanê kurdî gelek êş kişand. Dewletê her dem bi ser me de digirt. Di salên 90'an de zext gelek zêde bûn. Wê demê kasetên Firat Başkale, Şehrîbana Kurdî û Kazo derketibûn. Dewletê bandrol li wan xistibû. Me li gorî zagonan difirot. Lê 3 roj şûnde kaset dihatin qedexekirin.
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

17/11/2017
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn
18:03 Selîm Sadak hat binçavkirin
17:58 705 car e daxwaza hevdîtinê ya ji bo Ocalan tê redkirin
17:57 Şervanên HSD'ê nêzî sînorê Iraqê bûne
16:53 Beştaş: Ocalan rêber û muxatab e
16:28 TSK û Cehpet El Nusra êrîşî Efrînê dike
16:15 Li xeta sînor pevçûn: 2 leşker mirin û leşkerek birîndar bû
16:05 Li Egeyê di mehekê de 3 hezar û 99 binpêkirinên mafan qewimîn
15:37 HDP: Gelê Sûrê dê di şertên zivistanê de çi bikin?
15:30 AYM’ê serlêdana Wekîla HDP’ê Yildirim red kir
15:18 Li Kolana Yukselê 6 kes hatin binçavkirin
15:02 Walî 30 herêmên Dersimê li welatiyan qedexe kir
14:43 'Sîxûrî qebûl nekir hat binçavkirin'
14:42 Rojnameger Guleş nayê dermankirin
14:33 Dewlet mikur hat: Îstîxbarata Îngîlîstanê jî hat Îmraliyê
14:19 Turfent cara 4'emîn derdikeve dadgehê
13:04 Parêzerên Ocalan cara 705’an serî li dozgeriyê dan
12:53 Xizmên girtiyan: Girtiyan teşwîkî cînayetê dikin
12:51 Civaka Sinûnê êdî xwedî meclis e
12:10 Bêyî ku birîna wî baş bibe şandin girtîgehê
12:09 Çima nûçeyên çapemeniya kurd wekî nûçeyên xwe nîşan didin?
11:50 Di dîmenan de jî diyar e alîkariyê nadin birîndaran
11:49 5 siyasetmedar li Bêgirê hatin girtin
11:48 Li gundên Farqînê qedexeya derve hat îlankirin
11:15 Perwerdehiya polîsan jiyana gundiyan dixe talûkeyê
10:48 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat berdan
10:45 Dêra Germûşê li ber rûxandinê ye!
09:59 Hempîşeyên Kozagaçli: Dixwazin muxalîfan bê parêzer bihêlin
09:43 Wê dosyeya doza Ozgecan Aslanê bişînin temyîzê
09:38 Kav: Cînayetên jinan ji sedî 30 ‘kiryar nediyar’ in
09:36 Leşkerê berê: Wê berpirsiyarên tecrîdê bên darizandin
09:35 Hevseroka KCD’ê Guven hat berdan
09:28 Paylan: Butçeya herî bê edalet e
09:28 Jiyana zindîwerên li dora gola wanê di talûkê de ne
09:27 Sinhetê bav û kalan didomîne
09:17 Zextên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Têkoşîna li dijî OHAL’ê zêde dibe: Demokrasî nanê karkeran e
09:15 Her kes ji şebekeya heşîşê haydar e lê kes deng nake
09:14 Ji bo debarê karê herî zehmet dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2017'AN
15/11/2017
18:18 HDP'ê Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
17:18 HDP: Bila cihê gora Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û Şêx Seîd bê lêkolînkirin
17:11 Dozger: Ne şewat e, tetbîkat e
17:05 Karkerê ji kar avêtin 3 roj e di greva birçîbûnê de ye
16:49 Biryara bê erkdariyê dan doza 10 wekilên HDP'ê
16:46 Qeyûmê avahiya Van TV kir navenda çandê
16:22 'Li dijî kincên yek rengî’ belavok belav kirin
15:51 Malbata Turan: Bila polîs bê cezakirin
15:27 Ehliyeta cezayê zilamê Okutgen kuşt derket holê
15:26 Parlamenter Yildirim hem tahliye bû û hem jî nebû
15:10 Doza Kûrsa Quranê ya 6 zarok têde mirin: Berpirsyar qaymeqaym û muftî ne
15:08 Platforma Tenduristiyê banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
15:01 Banga hestiyariyê ji bo girtîgeha Xerpetê
14:57 Girtîgeha Xerpêtê şewitî: Gelek ambulans çûn girtîgehê
14:46 Karkerên taşeron li ber wezaretê çalakî pêk anîn
14:43 Roja Nivîskarên Girtî: Bi piştevaniyê pirsgirêk çareser dibin
14:29 Yuksedag banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
14:26 Li Yukselê mudaxile 5 binçav kirin
13:53 Ji kolanên Helebê ber bi kolanên Sûrê ve
13:26 Wezaretê: Gava Gulmen ji ser hişê xwe çû em ê mudaxile bikin
13:07 Li Wanê 11 kes hatin binçavkirin
12:58 Antropolog Ozbudun: Erdogan hewl dide zuriyetê tune bike
12:48 Rastiya pişt perdeya niqaşên ‘valakirina Reqqa'
12:44 HDP: Dê têkoşîna Seyîd Riza bidome
12:12 'Ev doz doza hemû zarokan e'
12:03 Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 20'an derbas kir
11:59 Îran rê li pêş alîkariya mexdûrên erdhejê digire
11:54 Di operasyona li Zêdkanê de leşkerek mir
11:32 Esed birayarê xwe Mahir ji erka wî dûr xist
11:31 Gelo fermana operasyonên li dijî HDP'ê walî dide?
11:12 DAIŞ'ê bi teslîmkirinina El Bukmalê korîdora Tahran-Lubnanê vekiriye
11:08 Hevseroka HDP'a Esenler: Kirin hedef û êrîş kirin
10:42 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat binçavkirin
10:40 Berî 27'ê Mijdarê nepeniya Zarrab
10:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re 704 care tê astengkirin
10:38 Di 42 salan de kasetên 200 dengbêjan tomar kir
10:37 Di 75 rojan de 150 caran binçav kirin
10:13 27 salên bi têkoşîn ên Kovara Ozgur Halkê
10:05 Avahiyên TOKÎ li ser cenazeyan ava dikin: Di salekê de 26 cenaze derxistin
09:36 Dîmenên ku polîs di komkujiya Enqereyê de pêl perçeyên mirovan dikin derket
09:35 Ji bo dîktatoran xetereya mezin: Jin, azadî û têkoşîn
09:34 Rewşa kar baş dibe, lê kesekî bixebite tune ye
09:32 Buhayên sotemeniyê pişta wan şikand
09:31 'Tecrîda li Îmraliyê zirarê dide yekîtiya civakê'
09:30 Çareseriya Erdogan: Esad ango Sûriyeya demokratik?
09:29 Ji bo ava paqij û bê pere ‘Civakên Hêşîn’
09:28 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaleteke çawa ye?
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2017'AN
14/11/2017
21:03 Şanoger Elma hat binçavkirin
20:09 Li Îzmîrê 8 kes hatin girtin
16:35 HDP’ê serlêdana namzetiya Irmak kir
16:24 Li Hezexê dîwarên hewşê malan tên xerakirin
16:23 DMME’yê ji AKP'ê wext da
15:52 Di înşaeta TOKÎ de 2 cenaze hatin dîtin
15:43 HDP'iyan êrîşa navçeya Esenlerê şermezar kirin
15:41 6 kes li Amed, Riha û Edîrneyê hatin binçavkirin
15:19 Guven: Çareserî hevditina bi Ocalan re ye
15:08 Li Tendurek amadekariya operasyonê
14:56 HDP û DBP'ê greva birçîbûnê ya Edeneyê bi dawî kir