Di 42 salan de kasetên 200 dengbêjan tomar kir 2017-11-15 10:38:32 MÛŞ – Kasetvanê Mûşî Metîn Demîr ê di sala 1975'an de cîhaza tomariyê ji Qamişlo kirî û li odeya xwe studyo ava kir, kasetên nêzî 200 dengbêjî tomar kir û nêzî 200 kaset jî ji gundan kom kir û zêde kir. Demîr çîroka 42 salên xwe vegot û wiha got: "Piştî sala 12'an bi ser dikana min de girtin. Ji ez hinek kasetan nefiroşim ez hatim hişyarkirin."  Kasetvanê Mûşî Metîn Demîr ku karê kirîn û firotina kasetên dengbêjê kurd dike, heta niha kasetên dengêj Şakiro, Reso (Resul), Huseyno (Huseyin Biter), Zahiro, Sidiko (Haci Sido) û Sebriyê Kor tomar kirine 42 salin kasetên dengbêjan tomar dike û belav dike. Demîr li Mûşê di dikana xwe ya 10 metrekare de studyo ava kir û kasetan tomar dike û belav dike. Demîr, di sala 1975'an de cîhaza tomarkirinê ji bajarê Qamişlo yê bin xetê kirî û piştre dest bi tomarkirina kasetan kir. Demir, li ser dengbêjî, hunera kurd û zextên li ser ziman û hunera kurd ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Demîr, diyar kir ku di serdemekê de kaset dixistin bin axê û vedişortin û ji ber ku kasetên kurdî firotin hatiye girtin. Demîr, anî ziman ku zexta di salên 80’ê de li ser kurdan dest pê kir, heta salên 90’an jî berdewam kir û wiha got: "Ji darbeya 12'ê Îlona 1980'an heta niha li ser huner û zimanê kurdî zext û qedexe hene. "    EWIL MIN KASETÊN DENGBÊJIYÊ BERHEV KIRIN   Demîr, destnîşan kir ku birayê wî Mustafa Demir  li Amedê di sala 1974'an de studyoya kasetan a bi navê Dosido vekiribû û bi pêşniyara birayê xwe çû li Mûşê Studyoya Kasetan vekir û wiha got: "Min di sala 1975'an de li Mûşê dikana kasetan vekir. Ewil min kasetên dengbêjan ji piyaseyê kom kir. Min kasetên dengbêj Reso, Huseyno û wekî din difirotin. Piştre gel ji me kasetên Mem û Zîn, Derwêşê Evdî û yên dîrokê dibêjin xwestin. Yê ewil kasetên dengbêjên Kurdistanê berhev kirin û firotin ez bûm. Piştre min çû ji Qamişlo cîhazê tomarê kirî û li mala xwe studyoya kasetan avakir."    Demîr, anî ziman ku ji aboriyê zêdetir ji bo çanda dengbêjiyê zindî bike têkoşînek mezin da û wiha axivî: "Ev kar ji bo min bû wekî evînekê. Ger ku ne wekî evînê bûya piştî ez hatim girtin min dê dest jê berdaya. Lê min dest jê berneda. Ev evîna min û lêgerîna min a stranan niha jî berdewam dike. Dema ez stranekê qeyd dikim û li cîhanê belav dikim min kêfxweş dike."    KASETA EWIL JI DENGÊ ZAHIRO TOMAR KIR   Demîr, destnîşan kir ku şevekê dengbêj Zahiro bû mêvanê wî û yekem car ji dengê wî kaset tomar kir û wiha lê zêde kir: "Rojekê Zahiro bû mêvanê min. Min wê şevê ji dengê wî 2 kaset tomar kir. Berhemên Şêx Seîd, Xalit Begê Cibrî û Ferzende Beg strî. Ev kaseta min a yekem bû min tomar kir. Min di sala 1977'an de kaseta Zahiro û di sala 78'an de jî kaseta Huseyno tomar kir. Zahiro, li ser şerê Kibris û evînê stran digot. Lê min ji wî stranên qahramanan xwest. Min xwest berhemên Şêx Seîd, Xalit Begê Cibrî û Ferzende Beg bistrê. Ez bi kaseta yekem pir bextewar u kêfxweş bûm. Piştî min qaset çap kir û dîsa Zahiro hat û kaset guhdar kir ji keyf û hestiyariyê giriya.    Piştre min kasetên dengbêj Evdalê Zeynê, Şeroyê Biro, Îboyê Kor û gelek dengbêjên din berhevkirin tomar kirin û firotin. Niha li cem min 400 kaset hene. Jê 200 kaset min tomar kirin. 200 kesetên din jî min ji derve kom kirin û zêde kirin.    Ji bo ez kasetan berhev bikim ez diçûm cem axa û began. Ji ber ku li cem wan berhemên tomarkirî hebûn. Min kaset ji cem wan berhev dikirin û zêde dikirin. Di sala 1982'an de min wênekêşek stend. Min wênekêş, lênûst û pênûsa xwe girt û ez çûm herêma Qereyazî, Kop, Melezgîrt, Panos û Erdîşê. Min hem dengê dengbêjan tomar kir û hem jî diçûm min wêneyên dengbêjan dikişand û çîrokên wan dinivîsand. Min wekî rojnamegerekî kar dikir. "    DENGBÊJÎ AZADÎ YE QERÎN E    Demîr, anî ziman ku gelê kurd berê zêdetir li gund û çaltaran dijiya û zêdetir karê sewalkarî û çotkariyê dikir û wiha got: "Gelekan li zozan, çiya û deştê dengbêjî dikir. Berê zêdetir dengbêjî serdest bû. Lê niha li 3 têlan dixin û stran dibêjin. Dengbêjiya berê û stranbêjiya niha ya bi lêdana 3 têlan nabe yek. Dengbêjî azadî ye. Serbestî ye. Qerîn û hawar e. Berê dengbêjan nêzî hezar stran digotin. Lê niha kes naxwaze fêr bibe.    LI BAJARAN DENGBÊJÎ BÛYE WEKÎ FANTEZÎYEKÊ    Demîr, dengbêjiya li bajaran jî rexne kir û destnîşan kir ku dengbêjî li bajaran êdî bûye wekî fanteziyekê û ji armanc û ruhê xwe dûr ketiye. Demîr, da zanîn ku dengbêjî azadiye û qerîna li çiya û zozanan e û wiha pêde çû: "Ger ku dengbêjên berê hebûna dê li ser şerê niha gelek stran gotibana. Yên niha ne dengbêj in. Yên niha stranbêj in. Tenê stranên heyî distrên. Dengbêj hem ava dikin û hem distrên. Mînak Apê Reso bi xwe nêzî 200 stran nivîsandiye û bi xwe strîye. Şakiro dîsa nêzî 50 stran nivîsandiye û bixwe gotiye. Niha bi sedan stran bi kurdî ne, lê wergerî tirkîkirine. Wekî Îbrahim Tatlises, Îzzet Altinmeşe  bi dehan stranên kurdî wergerî tirkî kirine û bûne stranbêj. Dîsa Burhan Çaçan strana Lê Dotmam wergerî tirkî kir. Îzzet Altınmeşe strana Lê Xanim" wergerî tirkî kir. Wekî wan bi sedan stran kirin tirkî.    100 KASETÊN MIN HATIN ŞEWITANDIN   Di serdema 12'ê Îlonê de 50 kasetên ku min ji dengêjan tomar kiribû û 50 kasetên ku min ji gundan kom kiribû bi giştî 100 kasetên min hatin şewitandin. Ez 6 mehan li Girtîgeha Harputê mam. Dema ez hatim girtin ez dam TRT’ê. Wê demê tenê TRT hebû. Wekî ku ez kesekî pir navdar bim destê min kelepçe kirin û çavê min girtin. Piştî 6 meh şûnde ez hatim berdan ji min re gotin çavê de girê dabûn û tu bin çav kirin. 150 kasetên min birin. Ez 40 rojan li girtîgehê rastî îşkenceyê hatim.    Me wê deme me qaset bi dizî tomar dikir. Hin rojan me nêzî 200 kaset zêde dikirin. Piştre me vedişortin. Dema me qeydek ji dengbêjekî digirt me zêde dikir. Min ji bo zimanê kurdî gelek êş kişand. Dewletê her dem bi ser me de digirt. Di salên 90'an de zext gelek zêde bûn. Wê demê kasetên Firat Başkale, Şehrîbana Kurdî û Kazo derketibûn. Dewletê bandrol li wan xistibû. Me li gorî zagonan difirot. Lê 3 roj şûnde kaset dihatin qedexekirin.   MA / Mujdat Can