DERSIM – Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de Hasan Demîr got: “Dibe ku yek bi yek zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Lê em dizanin wê vîna wan bi ser bikeve. Çawa ku li Zîndana Amedê Mazluman vê berxwedanê bi ser xist, wê berxwedana zarokên me jî bi ser bikeve.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî ya bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan asta krîtîk derbas kir û gihîştiye sînorê mirinê. Ji ber ku hikumetê gav neavêt di 30’ê Nîsanê de 15 girtiyan li 4 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê veguherand çalakiya rojiya mirinê. Bi boneya çalakî derbasî qonaxek din bû, malbatên girtiyan jî ketin nava fikaran. Malbatên girtiyan li gellek deveran derdikevin qadan û dibin dengê zarokên xwe û peyama dê her deverê veguherînin qada berxwedanê didin.
‘ZEXTA DERÛNÎ LI SER GIRTIYAN DIKIN’
Emrecan Demîr (29) jî yek jî çalakvanê greva birçîbûnê ye. Malbata Demîr a li navçeya Mêzgir a Dersimê dimîne ji ber ji rewşa zarokên xwe bi fikar in. Demîr di sala 2016’an de li Antalya tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn û ev 3 sal in li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê ragirtin. Demîr bi 15 hevalên xwe re di 14’ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê kir. Gellek nexweşîn bi Demîr re peyda bûne. Bavê Demîr, Hasan Demîr got doktor kontrolê nake, pêdiviyên wan bingehîn nayên bicih anîn û zextên derûnî li ser girtiyan dikin.
‘JIYAN TÊ TECRÎDKIRIN’
Demîr anî ziman ku AKP polîtîkaya komkujiyê, zext û şidetê li herêmê didomîne û got: “Li qadên xwerêveberiyê însan zindî hatin şewitandin. Tirkiyeya salên 1980’î ku bi cuntayê dihat birêvebirin û Tirkiyeya niha tu ferqa wan ji hev nemaye. Di şexsê birêz Ocalan de hemû qadên jiyanê tên tecrîdkirin. Zarokên me li dijî vê yekê dest bi berxwedanê kirin.”
‘DEWLET NEÇARE GAV BIAVÊJE’
Demîr da zanîn ku zarokên wan bi bedena xwe dixwazin li dijî tecrîdê bibin dengek mezin û wiha got: “Di serî de Wezareta Dadê û divê hemû rayedar guh bidin dengê zarokên me. Divê tecrîd demildest bê rakirin. Em ê nehêlin ku zarokên me li ber çava bihelin û biçin mirinê. Daxwaza girtiyan ew e dewlet hiqûqa xwe ya heyî bicih bîne. Dewlet neçar e gav biavêje.”
‘RUHÊ MAZLUMAN LI HEMÛ GIRTÎGEHAN E’
Demîr bal kişand ser rojiya mirinê ya hat destpêkirin û got: “Çalakiya rojiya mirinê şibiya berxwedan û ruhê. Zîhniyeta Kenan Evren û Esat Oktay Yildiran hêj didome. Wahşeta li zîndana Amedê ya wê demê bi berxwedana girtiyan hat sekinandin. Niha ruhê Mazlum, Kemali Xeyrî, Ferhat û Aliyan li zîndanê zindî bûye. Zrokên me jî ruhê berxwedana Mazluman didomînin. Dibe ku yek bi yek zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Lê em dizanin wê vîna wan bi ser bikeve. Çawa ku li Zîndana Amedê Mazluman vê berxwedanê bi ser xist, wê berxwedana zarokên me jî bi ser bikeve. Zarokên me li hundir û em ê jî li derve li ber xwe bidin.”
MA / Semra Turan