MÊRDÎN – DEDAŞ’ê bi hêceta deynê serdema qeyûm nehatiye dayîn ceryana MARSU’yê birî. Ji ber birîna ceryanê li Mêrdînê av qût bû û gel tî hiştin.
Piştî ku rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ket destê HDP’ê, saziya ceryanê DEDAŞ’ê deynê ceryanê yê serdema qeyûm kir hêcet û ceryana Îdareya Av û Kanalîzasyonê (MARSU) birî. Ji ber birîna ceryanê, pompayên avê sekinînin û li Mêrdînê ava şebekayan qût bû. Hat gotin gel bêav maye.
Li gorî agahiyên ji rayedarên şaredariyê hat bidestixstin, DEDAŞ’ê deynê 3 mehên dawî yê bihayê faturayê 82 milyon TL kiriye hêcet û ji ber vê sedemê cerya biriye.
TURK BERTEKA TUND NÎŞAN DA
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, di hesabê xwe yê twîtterê de bertek nîşanî birîna ceryanê da û wiha got: “Piştî deynan, me hişyar kir ku wê li MARSU’yê pirsgirêk di tenduristiyê de, di dermankirinê de û jiyana mirovan de derkevin. Lê bersiva we astengkirina ava gel e gelo? Li qada xizmeta gel milyarek deyn hiştin… Ceryan qût kirin… Birîna ava gel… Ji îradeyê re bêhurmetî… Xafilîbûn…”