EDENE – Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî mudaxilekirina polîsan a li çalakiyên dayikên girtiyên di greva birçîbûnê da û ji bo cihêkarî û berberîbûn zêdetir nebe, bang li îktîdarê kir ku gavina bavêje.
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî mudaxilekirina polîsan a li çalakiyên dayikên girtiyên di greva birçîbûnê da. Hatîmogûllari, bi bîr xist ku tevî Leyla Guvenê zêdetirî 3 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û 15 girtî jî di rojiya mirinê de ne û xwest îktîdar gavina bavêje.
Hatîmogûllari, bilêv kir ku dewlet xwe li kerîtiyê daniye û got: "Ev rewş nîşan dide ku îktîdar di rejîma faşîst de israr dike." Hatîmogûllari, anî ziman ku malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de bi şideta polîsan re rû bi rû dimînin û got: "Dayikên girtiyan, ji bo mafê jiyanê hin çalakiyan li ar dixin. Lê belê em dibînin ku polîs bi şidetê bi ser wan de diçe û wan bi erdê ve dikişîne. Li Amedê, li Gebzeyê û gelek deverên Tirkiyeyê dayikên me bi şidetê re rû bi rû dimînin."
‘BILA LI GOR QANÛNÊN XWE TEV BIGERE'
Hatîmogûllari, bi bîr xist ku di 2'yê Gulanê de li Amedê polîseke jin dayika girtiyekî derb kiriye û got: "Ev dîmena rewşa ruhê polîsan e ku îktîdarê ew xistiye vî halî." Hatîmogûllari, bang li îktîdarê kir ku divê demildest guh bide Guven û girtiyan. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku berê cihêkarî û berberîbûn zêdetir bibe divê îktîdar tecrîdê bi dawî bike. Hatîmogûllari, anî ziman ku ew naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin û got: "Bila îktîdar li gor qanûnên xwe tev bigere."
'DIXWAZIN SPÎ QIRÊJÎ BIKIN'
Hatîmogûllari, got: "Kitana li serê dayikan paqij û spî ye. Ev îktîdar dayikan bi erdê ve dikişîne û dixwaze pêl kitana spî bike û spî qirêjî bike. Lê belê tevî hemû şidet û çewisandinê jî dayik doza aştiyê û mafên jiyanê dikin. Wê hêza îktîdarê nikaribe spiyê kitana dayikan qirêjî bike."