STENBOL – Yeter Çeşme Seyhan ku xwişka wê Ardil Çeşme di 30'yê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir, diyar kir ku berê jî xwişka wê ketiye greva birçîbûnê û got: "Li kuderê berxwedan hebûna em li wir bûn, em li pişta wî bûn. Em ê niha jî li pişta wî bin."
Li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê, Ardil Çeşme ku di 1'ê Adarê de ketiye greva birçîbûnê di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê. Xwişka Ardil Çeşme Yeter Çeşme Seyhan, diyar kir ku xwişka wê di sala 1994'an de hatiye girtin û ji wê çaxê heta niha gelek caran ketiye greva birçîbûnê. Seyhan, anî ziman ku xwişka wê cara ewil di sala 1996'an de ketiye greva birçîbûnê û ji sala 1996'an ve di çalakiyên greva birçîbûnê hemûyan de cih girtiye û wiha axivî: "Wexta di sala 1996'an de ket greva birçîbûnê, em malbat li pişta wê bûn. Wê çaxê dayika min û malbatên din çûn Enqereyê. Mehekê li wir man û ketin greva birçîbûnê. Li kuderê berxwedan hebûna em li wir bûn, em li pişta wê bûn. Em ê niha jî li pişta wê bin."
Seyhan, anî ziman ku xwişka wê Ardil keseke xwedî b ibiryar e û got: "Jiyana wê di nav têkoşînê de derbas bûye. Biçûkê malê bû. Loma ji bo me biqîmet e. Ne keseke har e, keseke nerm e û girêdayî malbata xwe bû." Seyhan, bi bîr xist ku xwişka wê 25 sal in girtiye û got: "Xwişka min tev li greva birçîbûnê ya 2012'an jî bû. Ew çalakî bi ser ket. Hêvîdar im ev jî bi ser bikeve."
‘BI QASÎ DI OXIRA WÊ DE BIMIRIN JI JIYANÊ HEZ DIKIN'
Seyhan, diyar kir ku piştî xwişka wê biryara xwe daye ku dê tev li rojiya mirinê bibe çûye girtîgehê û got: "Em pir hestiyar bûn. Ne ew ne em, em pir neaxivîn. Biryareke pîroz e, her kes nikare vê biryarê bide. Wan ew biryar girtiye, a li me dikeve jî em rêzê bigirin û destekê bidin." Seyhan, anî ziman ku xwişka wê peyamek ji malbatan re şandiye û gotiye: "Heta niha tiştek nehatiye kirin. Eger hûn nikaribin bikin, nexwe em mecbûr in bedena xwe bidin ber mirinê û vê yekê bikin." Seyhan, diyar kir ku girtî bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.
MALBAT HEMÛ LI BER GIRTÎGEHÊ NIN
Seyhan ku li ber Girtîgeha Gebzeyê di nobetêde cih digire, anî ziman ku ferdên malbatê yên din jî li ber Girtîgeha Amedê tev li çalakiyan dibin. Seyhan bang li her kes, kir û got: "Em bibin dengê wan. Ev bêdengî me ditirsîne. Çi hewce me em amade ne bikin. Divê êdî em rabin ser piya. Bêyî bedêl serketin ne mimkun e. Bang li hemû dê û bavan, gelê kurd dikim, ji kerema xwe bila her kes rabe ser piay. Ji destê kê çi tê divê bike. Beriya mirov bimirin em bibin dengê wan da ku daxwazên wan pêk bên û dawî li çalakiya xwe bînin."
MA / Sadiye Eser