EDENE – Îsmaîl Kocaman ku 109 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin û got: "Ji xeynî serketinê em li ser tiştekî din hûr nabin."
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Îsamîl Kocaman ku 109 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û peyamek ji raya giştî re şand. Kocaman, destnîşan kir ku moralê wan pir baş e û ji xeynî serketinê ew li ser tiştekî din hûr nabin û ew ê tecrîdê bişikînin.
Kocaman, bêdengiya heyî rexne kir û got: "Muxatab tune ye. Tenê bêdengî me ditengijîne. Ji xeynî bêdengiya saziyan, lê bêdengiya gel zorê didome. Em dizanin dayik her roj li ber girtîgehan e. Divê gel li hev kom bibe û dengê xwe bilind bike."
'JI XEYNÎ SERKETINÊ EM LI SER TIŞTEKÎ DIN HÛR NABIN'
Kocaman, got: "Em bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin. Ji xeynî serketinê em li ser tiştekî din hûr nabin. Berxwedaneke dîrokî heye û bar dikeve ser milê me hemûyan. Heval Leyla, heval Nasir, hevalên di rojiya mirinê de... Em baş dizanin bar li ser milê me hemûya ye. Niha moralê me pir baş e, em xurt in û ji xeynî serketinê li ser tiştekî din hûr nabin. Em ê tecrîdê bişikînin. Bedêl çi dibe bila bibe. Em ji bedêldayînê natirsin."
Malbatê diyar kir ku ji ber kurê wan der barê grevên birçîbûnê de diaxivî, bêyî dema wî tije bibe telefon hat girtin.