RIHA – Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan ên li Wêranşar û Pirsûsê dan destpêkirin didome. Dayik Emîne Suer got: “Divê êdî dawî li vê bêwîjdaniyê bînin. Zarokên me dimirin.”
Xizmên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşara Rihayê ji bo piştevaniyê dest bi çalakiya nobetê kirin di roja 7’emîn de didome. Tevî hemû astengiyên polîan jî welatî diçin serdana malbatan.
‘ZAROKÊN ME DIMIRIN’
Çalakvana nobetê Emîne Suer diyar kir ku divê her kes xwedî li grevên birçîbûnê derkeve û got: “Bila êdî daxwaza zarokên me bê qebûlkirin. Ev qet ji xwedê natirsin. Ev bêwîjdanî ye. Divê êdî dawî li vê bêwîjdaniyê bînin. Zarokên me dimirin. Bêyî ew bimirin divê tiştek were kirin.”
LI PIRSÛSÊ NOBET DI ROJA 7’EMÎN DE YE
Çalakiya nobetê ya malbatên li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsa Rihayê jî ku hatiye destpêkirin di roja 7’emîn de didome. Dorpêça polîsan li derdora avahiya HDP’ê didome. Di nava rojê de jî gellek welatî diçin serdana malbatan û piştevaniyê didin wan.