AMED - Baroya Amedê der barê tundiya polisan a li Parka Koşuyolu ku li dijî dayik û malbatên girtiyan, pêk anî, serlêdana sûc kir.
Baroya Amedê di hefteya 147'an de ji bo aqûbeta kuştina Tahîr Elçî bipirsin û hesap bipirsin li pêş edliyê daxuyanî da. Baroya Amedê bi tevlêbûna parêzeran daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em te ji bîr nakin" vekirin. Rêveberên Baroyê di çalakiyê de tundiya polîsan a li dijî dayik û malbatên girtiyan serlêdana sûc kir. Li ser navê Baroyê Habibe Danışman Deyar, diyar kir ku xizmên girtiyan hedef tên girtin û wiha got: "Li Qoser, pêş Girtîgeha Gebze û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dayik rastî tundiya polîsan hatin. Li Parka Koşuyolu ya Amedê jî polîsan bi tundî mudaxale kir. Em wekî Baroya Amedê der barê polîsên ku li dijî çalakgeran tundî pêk anî serlêdana sûc kir. Di ser kuştina Tahir Elçî re 174 hefte derbas bû. Lê hêj lêpirsînek şênber nehatiye kirin. Em di xebatên Vakfa Tahîr Elçi ya mafên mirovan de serkeftinê dixwazin.
Li girtîgehan 177 rojin çalakî didome. Ji 1'ê Adarê û virde li hemû girtîgehan 3 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji 30'ê nîsanê û şûnde 15 girtiyên din dest bi rojiya mirinê kirin. Di encama 177 rojan de greva birçîbûnê di sînorê mirinê de ye. Em tundiya li dijî malbatan red dikin. Em wekî Baroya Amedê tundiyê red dikin. Divê teqez ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Em wekî Baroya Amedê tişta bikeve ser milê me emê pêk bînin.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.