KOCAELÎ - Polîsan bi darê zorê malbatên li ber Girtîgeha Gebze çalakiya nobetê pêk anîn li wesayîtan siwar kirin û ji qadê dûr kirin.
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçî dene, ya di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa M a Gebze dest pê kirin, di roja 25’an de dewam dike. Parlementerê Partiya demokratîk a Gelan (HDP) Alî Kenanoglû û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) bi armanca piştgirî dayîna malbatan çûn ber Gebze yê.
Malbatên li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeye kom bûn, li wesayîtê xwe siîwar bûn û hatin cihek nêzî girtîgehê. Malbatên xwestin ji vê derê heya ber girtîgehê bimeşin, rastî astengiya polîsan hatin. Ligel ku Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû bi polîsan re hevdîtin kir jî, polîsan destûr nedan ku malbat li ber girtîgehê daxuyanî bidin. Polîsên ku gotin walîtiyê ev der qedexe kiriye, bi darê zorê malbat li wesayîtan sîwar kirin.
Dayika Ozlem Soyler a li Girtîgeha Gebze 139 rojin di greva birçîbûnê deye Hatîce Soyler bertek nîşanî polîsan da û got: “Hûn me hezar çarî binçav û derp bikin jî, em ê dîsan bên vê derê.”
Malbatan diyar kirin ku ewê sibe jî bên ber Girtîgeha Gebze û ji qadê veqetiyan.