AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di meha Remezanê de li çar navendan konê fitarê vedide.
Meha rojiyê di 6’ê hezîranê dest pê dike. Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di meha Remezanê de li çar navendan konê fitarê vedide, xebatên vedana konan bi dawî hatine û tê gotin ku dê 123 hezar û 500 kes di bin van konan de fitara xwe bikin.
Li van 4 navendan hem ji bo kesên ku derfeta wan a fitarê tuneye, hem jî bo kesên di rê de mane di bin konan de 4 celeb xwarin tên amadekirin.
Serokatiya Daîreyê ragihand ku konek li Meydana Şêx Seîd (Deriyê Çiyê), yek li Parka Koşuyoluyê, yek li Bulvara Medîne ya Baglarê û ya din jî li Mêvanxaneya ku xizmên nexweşan lê dimînin tê vedan. Tê çaverêkirin ku di bin wan konan de çar celeb xwarin bên dayîn û 123 hezar û 500 kes bifitirin.
BO 7 HEZAR Û 500 KESÎ PAŞÎV TÊ AMADEKIRIN
Ligel konên fitarê di mêvanxaneya bi ser Xizmetên Civakî de jî ji bo nexweş û xizmên wan tevahiya rojî remezanê ligel fitarê paşîv jî tê dayîn. Rojane dused û pêncî kes, tevahiya rojiyê jî 7 hezar û 500 kes dê jê sûdê wergirin.
BEXŞ TÊN QEBÛLKIRIN
Hate daxuyandin ku tevahiya meha Remezanê ji bo fitar û paşîvê bexş dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve bên qebûlkirin. Ji bo bexşê bang li welatiyên xêrxwaz hat kirin ku bo bexşan jî dikarin pêwendî gel van hejmaran 04122262297- 05494200521 bikin.