MÊRDÎN - Sîbel Akdenîz a 129 rojin li Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye û Azîze Yagiz a 64 rojin di greva birçîbûnê de ye, sirgûn kirin. Sibel Akdenîz sirgunî girtîgeha Jinan a Kayserî ya 670 kilometre dûre kirin. Azîze Yagiz jî şandin Girtîgeha Jinan a Tarsûsê.
Çalakiya greva birçîbunê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 6 mehin berdewam dike. Ji 30'ê Nîsanê û şûnde 15 girtiyan ji ber bêdengiya hikûmetê û daxwazên wan pêk nehatin dest bi rojiya mirinê kirin. Rayedar li şûna daxwazên girtiyan pêk bînin wan sirgûn dikin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Sîbel Akdenîz a ji 5'ê Çile de di greva birçîbûnê de ye sirgunî Girtîgeha Jinan a Kayserî ya 670 kilometre dûre kirin. Azîze Yagiz jî sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan kirin.
AKDENÎZ A SIRGÛN KIRIN DAKETIYE 40 KÎLOYÎ
Akdeniz ku sewq kirine heta niha 11 kilo winda kiriye û daketiye 40 kiloyan. Akdeniz, ku tenduristiya wê xerab e gotibû: Wekî rêheval Kemal Pîr jî gotiye "Em bi qasî di oxira jiyanê de bimirin ji jiyanê hez dikin" Em dixwazin bibin Rêhevalê wî. Em dixwazin bibin rêhevalê Mazlum û xwe kir şemala azadiyê. Em dixwazin wekî Sema bibin sembola berxwedanê. Ji ber vê yekê em dibêjin gotina dawî pir berê hatiye gotin. Encam çi dibe bila bibe wê muhteşem be. Ev gotin ya Peqrewanê Sûrê Şehit Çiyager e. Teqez emê bi ser bikevin."
Azize Yagiz ku 9 meh girtî ye jî anî ziman ku tecrîd tenê çareseriyê dixetimîne û wiha got: "Tecrîd bê çareseriyê kûr dike. Ev çalakî ji bo em aştiyê pêş bixin e."