AMED - Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, derbarê rojiya mirinê ya girtiyan de ev bang li partiyên siyasî û saziyên civakî kir: “Ger em lêdanê bixin bila em bi hevre bixwin. Divê em vî barê gehiştiye ber mirinê, li ser girtiyan rakin.”
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li derve û girtîgehan bi biryardariyek mezin dewam dikin û herî dawî 15 girtiyan li dijî bêdengiya heyî û bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 30’yê Nîsanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin.
‘EM HEMÛ DIFETISIN’
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînana Çîftyurek, derbarê çalakiyên grevên birçûnê yên nêzî 6 mehane dewam dikin û rojiya mirinê de axivî. Çîftyurek diyar kir ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ketiye meha 6’an û axivî: “Ji roja grevên birçîbûnê destpê kirin ve êrîş li ser dayikên laçikspî jî berdewam dikin. Behma mirinê ji vê axê tê. Bi hezaran mirov di greva birçîbûnê dene û ber sînorê mirinê ne. Êdî cih ji gotinê re nemaye. Em hemû difetisin. Ji ber bêdengiya heyî, grevên birçîbûnê veguherîn rojjiya mirinê. Ger daxwaz neyên pêşwazî kirin, dê mirin pêk werin. Dewleta Tirkiyeyê li hemberî daxwazên hiqûqî bêwijdaniya xwe dewam dike û guh nade daxwazên çalakgeran. Lê divê em li dijî vê tiştekê bikin. Divê em vî barî û rojiya mirinê li ser girtiyan rakin.”
‘DIVÊ HEMÛ KES RÊZÊ BIDE DAYIKAN’
Çîftyurek bal kişand ser êrîşên polîsan ên li dijî dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de û wiha got: “Li Gebze, Amed û gelek cihên din dayikên laçik spî rastî êrîşan tên. Em êrîşên polîsan ên li ser fayîkan şermezar dikin. Birîna dayikên laçik spî pir kûre. Ev birîna me hemûyane. Lê dilê dayikên me yên laçık spî dişewite. Divê hemû kes rêz bidin dayîkan. Ger em lêdanê bixin bila em bi hevre bixwin. Divê em vî barê gehiştiye ber mirinê, li ser girtiyan rakin.”