HEWLER - Çalakgerê greva birçîbûnê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 164 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi xwe re ruhekî neteweyî ava kiriye. Yagiz, bal kişand ser çalakiya rojiya mirinê jî û wiha got: "Heval Leyla 177 rojin di grevê de ye. Zêdeyî 7 hezar girtî di grevê de ne. Lê heta niha hikûmet bêdeng ma. Tenê dayik derketin kolanan. Çalakiya Rojiya Mirinê di heman demê de rexneyek li hemberî bêdengiya me û hikûmetê ye."
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye 177 rojin didome. Çalakiya Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz jî bi heman armancê 164 rojin li avahiya Nûneriya HDP'ê ya Hewler didome. Endezyar Herêm Mehmûd a ji bo tecrîd bi dawî bibe li Kelarê ya Germiyanê dest pê kiriye 69 rojin didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 138 rojin didome. Li girtîgehên Tirkiyeyê çalakiya girtiyan a 16'ê kanûna 2018'an destpêkirin 139 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 63 rojin didome. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 117 roj, Gurbet Ektîren 108, Mahsun Şen 119, li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 117 roj, li malên xwe berdewam dikin.
Li çar perçeyên Kurdistan û ewropa çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê berdewam dike. Lê ji ber heta niha hikûmet bêdeng e û êrîşî çalakgeran dike, bi armanca bêtir dengê xwe bilind bikin 15 girtiyan di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin. Li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 4'emîn de didome. Ajansa me ya Mezopotamya (MA) li ser pêvajoya çalakiya grevê û û pêngava nû ya Rojiya Mirinê bi çalakiya greva birçîbûnê li Hewler bi Nasir Yagiz re hevdîtin kir.
Çalakiya te di roja 164'an de berdewam dike. Li gorî 164 rojan di milê ruhî û fîzîkî de tenduristiya te çawa ye?
ÇALAKIYA MIN BI MORALEK MEZIN Û BIRYAREK XURT DIDOME
Îro 164 rojin di greve de me. Tu bixwaze nexxwaze di milê fîzîkî de pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin. Di aliyê bêhalî de, di aliyê gêjbûn û serêşiyê de, di aliye mahdê de pirsgirêk derdikevin. Dîsa di aliyê hestiyan de êş heye. Êdî laşê min diricife. Ez nikarim xwe li ser milê rastê an jî milê çepê xwe dirêj bikim. Çawa ez xwe dirêj dikim, milê min pûç dibe û ditevize. Bi vî awayî dibe ku hin astengî derkevin. Lê di milê ruhî û moral de tu astengî heta niha çênebûye Her dem bi moralek xurt û coşek mezin rojên xwe derbas dikim. 164 rojin çalakiya min berdewam dike. Heta niha min 19 kîlo winda kirine. Çalakiya min bi moralek mezin berdewam dike.
Çalakiya we bandorek çawa li ser gel û hikûmetê kir, we çima li Hewlerê dest bi çalakiyê kir?
ÇALAKIYA HEVAL LEYLA JI BO MIN BU BANG
Dema Heval Leyla dest bi vê çalakiyê kir, ez di nava lêgerînê de bûm. Ji ber ku Rêber Apo dibêje dema Komploya navneteweyî hat kirin, ji ber hevaltiya kêm bû. Bi çalakiya Heval Leyla re, rê li pêş min vebû. Dema Amerîka biryar li ser 3 hevalên me yê şoreşger stend, ez ketim nava lêkolînê. Ez dikarim çi bikim. Ez dikarim çawa bibim bersîv? Bi min re pirsen ‘Ez ê çawa rê li pêş vê komploya li hemberî hevalan tê kirin bigirim?’ Çêbûn. Ez di nava lêkolînê de bûm. Hevala Leyla li zindana Amedê dest bi çalakiye kir. Berê fikra ku ez tiştekî bikim hebû. Lê çalakiya Birêz Leyla ji bo min bû wekî bangazî. Lêkolînek hebû. Lê fikra çalakiya greva birçîbûnê tüne bû. Fikra ku ka em ji bo Birêz Ocalan, Brêz Abbas, Brêz Cuma çi bikin hebû. Fikra ji bo wan emê çi bikin. Em dibêjin ev fikir pêşeroja azadiya gele Kurd e. Komploya li ser Rêber Ocalan li ber çav û diyar bû. Çalakiya Heval Leyla ji bo min bû qêrîn û bangek. Wekî beje ‘Heval Nasir tu di nava lêkolînê de bû, kerem bike, tu ji denge min re bibe dengek.’ Bi vî avahî rêhevaltiya Heval Sema û Fîkrî Baygeldî hat bîra min. Dema Fikrî Baygeldî digot Şehît Sema Fermandara min e, rêhevaltiya wê di xwe de diyar kir, min jî got ezê wî ruhî di xwe de ava bikim. Ez jî li ser vê fikre ketim greva birçîbûnê.
VÊ ÇALAKIYÊ RUHEKÎ NETEWEYÎ AVA KIR
Ji roja destpêkê heta niha li vir Serhildanek bê hempa li vir heye. Di serî de gele Başûr. Gelê HDP’î, yê li Başûr dijîn bi malbatî li gel me ye. Gelê ku tê vir mêvandarî jî teqez tê me ziyaret dike. Gelê Başûr ji hîzban bigire heta gel di nava serhildanek bêhempa de ye. Em dikarin bejin greva birçîbûnê bi xwe re ruhekî Neteweyî ava kir. Bi taybetî dema min li vir dest bi greve kir, min got em ê bi vê çalakiyê ruhê yekîtiya neteweya kurd ava bikin. Çi dibe bila bibe her çar perçeyên Kurdistanê grêdayî hev in. Vê çalakiyê ruhekî Yekîtiya Neteweyî ava kir. Li Xaneqinê, li Hewler û Germiyan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Hevalê Herêm Mahmut Îro 69 rojin li Germiyan di greva birçîbûnê de ye. Vê çalakiyê bi xwe re ruhekî neteweyi jî ava kir. Ziyaretên li min tên kirin bi xwe re hestiyariyek pir xurt jî derxist holê. Gel dema dihat li vir ez ziyaret dikirim, fikr û bîrdoziya Rêber Apo bandorek mezin li ser wan dikir. Lê hikûmeta vir jî weki hikûmeta Tirkiye bêdengiya xwe parast. Dibe ku hikûmeta vir têkildari vê çalakiyê di nava xwe deniqaş kiribe. Lê bi awayekî şênber û aşkere tu gav ji bo çareseriya pirsgirêk û daxwazan neavêt.
Çalakiya we bandorek çawa li ser ruhê yekîtiya gelan kir?
JI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ TÊN MIN ZIYARET DIKIN
Ez niha li Hewler di greve de me. Ji çar aliyê Kurdistanê hatin li vir ez ziyaret kirim. Li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava gelê Kurd ez ziyaret kirim. Yên ku îro herî zêde hêz da min, gelê ku ji çar aliyên Kurdistanê di fikra yekîtî de dihat serlêdan û ziyared dikirin e. Yên hatin ez ziyarte kirim, piştre li ser esasê yekîtiya gele Kurd ketin nava lêgerînekê. Ev çalaki di milê ruhî de em gîhandin hev. Vê çalakiya greva birçîbûnê di me de dîsa ruhekî yekîtiya neteweya Kurd ava kir. Vê çalakiyê ji çar aliye Kurdistanê em gihandin hev. Vê çalakiyê ne tene çar aliyê Kurdistan, li çar aliye Cîhanê em gîhandin hev û yekîtiya Kurdan a li Cîhanê ava kir. Li Kanada, Galler, Strasbourg, Almanya, Yaponya, Cîn, Holanda, Swed, Norveçê Kurd gîhandin hev.
Gelek kes û hîzbên cuda tên we ziyaret dikin. Yên we ziyaret dikin dikevin bin bandorek çawa û piştî vê ziyarete dikevin nava pratîkek çawa?
ÇAWA LI TIRKIYE ZEXTÊN HIKÛMETÊ LI SER HDP'E HEYE, HIKÛMETA VIR JÎ ZEXTAN LI SER HÎZBÊN SIYASÎ DIKE
Yên tên min ziyaret dikin, piştî ziyaretê di nava xwe de dikevin nava lêgerinekê. Lê astengî û tundiya hikûmeta vir li ser wan heye. Du meh berê komek parlamenter çalakiya Heval Leyla nirxandin. Li meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê. Lê piştre ew dan sekinandin. Çawa ku li Tirkiye hikûmeta Tirkiye zextan li ser HDP’ê dike ku çalakiya greve nîne rojevê, li vir jî hikûmeta vir zextan li ser partiyên siyasî dike ku vê çalakiyê nîne rojevê.
Hûn bêdengiya Hikûmet û cîhanê çawa şirove dikin?
ZAROKÊN VÎ GELÎ LI DIJÎ BÊDENGIYÊ KETIN ROJIYA MIRINÊ
Îro Heval Leyla 176 roj in di greve de ye. Zêdetirî 7 hezar heval li zindanan di greve dene. Lê ji ber bêdengiya hikûmet û qada navneteweyî îro 15 hevalên me dest bi rojiya mirinê kirin. Zarokên vî gelî li dijî vê bêdengiyê ketine rojiya mirinê. Ev bêdengî bû yên hevalên me şandin rojiya mirinê. Me tevan dît, li Gemze, Amed û Êlihê li pêş çavan dayik bi erdê re kişandin, bi lêdan û derbkirinê dayik binçav kirin. Îro tu hiş, aqil û can vê heqareta li dayikan hatiye kirin qebûl nake. Em bejin dayikên me rahiştine, çek û keviran û heq qiriye, ne wisa ye jî. Dayikên me bi laçikên xwe yên spî çûn wir, dixwazin ku zarokên wan en li girtîgehan di xeteriyê de daxwazên wan pêk bê. Îro me û hemû cîhanê têkoşîn û berxwedana dayikan dît. Sedema vê yekê bêdengiya gel, ciwanên kurd, jinên ciwan ên Kurd bû. Îro dayikên me li Gebze bi tena sere xe bûn. Ev çalakiya Rojiya mirinê ya 15 girtiyan rexneyek herî mezin e. Li dijî min jî rexneyek e. Di 162 rojan de em jî ketin nava kêmasiyan. Em nebûn bersîv. Diviya bû me sekna xwe bêtir xurt kiribûya. Me li Amedê dît. Deh dayik gihiştin hev, hezar heb polis çûn ser wan. Me dikaribû yekîtiya li Bakur ava kiribû. Me dikaribû ruhê di hilbijartin û Newrozê de ava kir ji bo çalakiyên greve jî ava kiribûya.
Banga te ya dawî çiye?
DIVÊ EM DAYIKAN LI KOLANAN BI TENÊ NEHÊLIN
Banga min ev e ku îro çalakiyên me yên li Kolanan ne tenê bi dayikan bimîne. Îro hevalên me yên ketine rojiya mirinê ne diroja yekemin de dest pê kirine. Hinek 105, hinek 135 rojin di greva birçîbûnê de ne. Hêj neketine rewşek xeder û hêj şehadet nehatine, divê bi taybetî gelê Bakurê Kurdistan, ciwanên kurd, jinên ciwan, divê bi ruhekî feradî nêzîk bibin. Çawa ku hevalên me bi ruhekî fedaî nêzî vê meseleye bûn divê gele me û ciwan jî bi vî ruhî tev bigerin. Dem ne dema ku îro em tenê li ser telefonan û hesabên medya civakî tene bi nivîsandina çend gotinan, em xwedî derkevin. Divê em li kolanan mil bidin dayikan û li kolanan li çakayikên dayikan xwedî derkevin. Ger ku ev bêdengî neye şikandin, li zindanan 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Em li vir di greva birçîbûnê de ne. Ev pêvajo wê hêj kûrdir bibe. Banga min li tevahiya dewletên Ewropi hene. Divê li gorî zagonên xwe tev bigerin. Divê li gotinên xwe yên li her dere xwe wekî parazvanên mafên mirovan nişan didin xwedî derkevin. Divê deriye Zindana Îmraliyê vekin. Divê îro rê li pêş şehadeta hevalên me bigirin û gavên çarekeriyê bavêjin.
MA / M.Alî Ertaş