SÊRT – Abdullah Tekek ku 6 meh in kurê xwe Îsamîl Tekek (20) ê di greva birçîbûnê de nedîtiye, got: "Eger em xwedî li van mirovan dernekevin, wê dewlet jî tu gavin navêje."
Îsmaîl Tekek ê 20 salî ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, 5 sal in girtiye û 15 sal ceza lê hatiye birîn.
6 MEH E KURÊ XWE NEDÎTIYE
Malbata Tekek ku li Sêrtê dijî ji ber rewşa aborî 6 meh in kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê nedîtine. Bav Abdullah Tekek (60) anî ziman ku tenê bi telefonê bi kurê xwe re diaxive û xwest her kes xwedî li girtiyan derkeve.
Bav Tekek, got: "Ji bo ev mirov nemirin divê gelê kurd xwedî li wan derkeve û ji bo wan bitêkoşe. Eger em xwedî li van mirovan dernekevin, wê dewlet jî tu gavin navêje." Tekek, destnîşan kir ku divê Wezareta Dadê dengê bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê de bibihîse û daxwaza wan pêk bîne û got: "Divê tecrîda li ser gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe."
Tekek, bilêv kir ku daxwaza wan tenê aştî û aramî ye û got: "Serok, aştiyê dixwaze. Berê zemîna ji bo aştiyê çêbû, lê paşê xera bû. Her kes dizane. Eger aştî çêbibûna wê kes neketa greva birçîbûnê. Divê dewlet guh bide van daxwazan."