'Tecrîda li Îmraliyê zirarê dide yekîtiya civakê'

  • rojane
  • 09:31 15 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Parêzer Baran Dogan, bal kişand ser helwesta dewletê ya li dijî Ocalan zagonên xwe binpê dike û wiha got: "Roja ku dewlet li gor qanûn û pîvanên xwe tev bigere wê tecrîd jixweber ji holê rabe. Derhuqûqiya li Îmraliyê zirarê dide pêşeroja hevpar a civakê." 

Parêzer Baran Dogan ku 3 caran bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin kir, tecrîda ku li Îmraliyê didome nirxand. Dogan cara ewil di sala 2003'yan de bi Ocalan re hevdîtin çê kiriye û di sala 2004'an de jî 2 caran pê re hevdîtin çê kir. Dogan, got ku dema wî dest bi parêzeriyê kiriye ewil derhuqûqiyên li Îmraliyê bala wî kişandine û wiha got: "Wisa difikirîm ku divê mudaxileyî derhuqûqiya li vir bê kirin. Ji ber vê min jî xwest ez bibim perçeyek parêziyê. Bi vî awayî çûm û min pê re hevdîtin çê kir." 
 
‘LI ÎMRALIYÊ PÎVANÊN NIVÎSKÎ TUNE NE' 
 
Dogan, diyar kir ku heke li Tirkiyeyê nîqaşên der barê huqûqê de bên kirin divê ev yek ji rewşa Ocalan bê destpêkirin û wiha domand: "Di vê nîqaşê de ne mumkun e ku huqûqnasek bibêje 'ez huqûqê diparêzim'. Li Girava Îmraliyê rejîma huqûqeke taybet tê sepandin. Li dewletên huqûqî mirov ji pîvanên nivîskî berpirsiyar in. Pîvan li cihekî diyarkirî nivîsandîne û li gor van pîvanan liv û tevger diyar dibin. Ev taybetmendiyeke dewleta huqûqî ye. Lê li Girava Îmraliyê hin pîvanên ku ne diyar e li kuderê nivîsandîne hene. Rêveber û îktîdara siyasî van pîvanan diyar dikin û tenê ew bi wan dizanin." 
 
‘DEWLET ZIRARÊ DIDE HUQÛQA HEVPAR A CIVAKÊ' 
 
Dogan, dest nîşan kir ku divê parêzer bi awayekî rêk û pêk bi Ocalan re hevdîtinê çê bikin û wiha got: "Divê bê venêhartin ka bi sepandike taybet re rû bi rû dimîne yan na, ewlehî û tenduristiya wî divê ji aliyê parêzeran ve bê venêhartin. Astengkirina vê yekê derî huqûqê ye." Dogan, diyar kir ku neçareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê xwe nîşan dide û wiha axivî: "Li vir dewlet bi mewzûatê dilîze, dixe bin fermana siyasetê. Dema li vir derhuqûqiyek xwe bide der ev yek li tevahiya girtîgehan belav dibe. Li vir dewlet bi awayekî demdirêj zirarê dide huqûqa hevpar a civakê. Divê ev derhuqûqî heta demeke dirêj neyê domandin. Divê demildest dawî li tecrîdê bê. Divê malbat û parêzer hevdîtinê çê bikin." 
 
OCALAN: DIKARIN LI VIR MIN BIKUJIN 
 
Dogan, nûçeyên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan ên li ser medyaya civakî hatin belavkirin jî bi bîr xistin û wiha domand: "Derketina nûçeyên bi vî rengî jî nîşan didin ku pêwendî bi giravê re tune ye, parêzer hevdîtinê çê nakin û bi awayekî di bin tecrîdê de ye. Li cihekî ku bi awayekî rêkûpêk danûstendina agahiyan hebe, tiştên wisa dernakevin. Daxuyaniya dozgeriyê jî ne têrbar e. Divê parêzer bi xwe hevdîtinê çê bikin û bibînin. Berê jî di hevdîtineke ku ez jî tê de bûm de gotibû 'dikarin li vir min bikujin'. Dem bi dem beyanên wî yên wisa hene. Niha bi tena serê xwe li giravekê tê girtin. Ne diyar e ka ceza di kîj şert û mercan de tê înfazkirin. Nayê zanîn ka li girtîgehê kî bi çi awayekî tev digere. Hevdîtina wî ya bi parêzeran re jî tune ye. Helbet dê li vir nûçeyên der barê tenduristî û ewlehiya wî de derkevin. Divê parêzer kontrol bikin ka ev nûçe rast in an na." 
 
‘TECRÎD ZIRARÊ DIDE PÊŞEROJA HEVPAR' 
 
Dogan wiha domand: "Heke hûn li welatekî ji pîvanên huqûqê bixwin, ev tê wateya hûn ji pêşeroja civakê didizin. Tecrîd jî tiştekî wisa ye. Hele dema hikumxwar kesekî mîna Birêz Ocalan girîng be, bi rastî jî dê ev yek rê li ber tengasiyên mezin vebike." Dogan got ku divê Tirkiye li gor huqûqa xwe ya navxweyî tev bigere û ev tişt gotin: "Roja ku dewlet li gor qanûn û pîvanên xwe tev bigere wê tecrîd jixweber ji holê rabe. Derhuqûqiya li Îmraliyê zirarê dide pêşeroja hevpar a civakê." 

Sernavên din

17/11/2017
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn
18:03 Selîm Sadak hat binçavkirin
17:58 705 car e daxwaza hevdîtinê ya ji bo Ocalan tê redkirin
17:57 Şervanên HSD'ê nêzî sînorê Iraqê bûne
16:53 Beştaş: Ocalan rêber û muxatab e
16:28 TSK û Cehpet El Nusra êrîşî Efrînê dike
16:15 Li xeta sînor pevçûn: 2 leşker mirin û leşkerek birîndar bû
16:05 Li Egeyê di mehekê de 3 hezar û 99 binpêkirinên mafan qewimîn
15:37 HDP: Gelê Sûrê dê di şertên zivistanê de çi bikin?
15:30 AYM’ê serlêdana Wekîla HDP’ê Yildirim red kir
15:18 Li Kolana Yukselê 6 kes hatin binçavkirin
15:02 Walî 30 herêmên Dersimê li welatiyan qedexe kir
14:43 'Sîxûrî qebûl nekir hat binçavkirin'
14:42 Rojnameger Guleş nayê dermankirin
14:33 Dewlet mikur hat: Îstîxbarata Îngîlîstanê jî hat Îmraliyê
14:19 Turfent cara 4'emîn derdikeve dadgehê
13:04 Parêzerên Ocalan cara 705’an serî li dozgeriyê dan
12:53 Xizmên girtiyan: Girtiyan teşwîkî cînayetê dikin
12:51 Civaka Sinûnê êdî xwedî meclis e
12:10 Bêyî ku birîna wî baş bibe şandin girtîgehê
12:09 Çima nûçeyên çapemeniya kurd wekî nûçeyên xwe nîşan didin?
11:50 Di dîmenan de jî diyar e alîkariyê nadin birîndaran
11:49 5 siyasetmedar li Bêgirê hatin girtin
11:48 Li gundên Farqînê qedexeya derve hat îlankirin
11:15 Perwerdehiya polîsan jiyana gundiyan dixe talûkeyê
10:48 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat berdan
10:45 Dêra Germûşê li ber rûxandinê ye!
09:59 Hempîşeyên Kozagaçli: Dixwazin muxalîfan bê parêzer bihêlin
09:43 Wê dosyeya doza Ozgecan Aslanê bişînin temyîzê
09:38 Kav: Cînayetên jinan ji sedî 30 ‘kiryar nediyar’ in
09:36 Leşkerê berê: Wê berpirsiyarên tecrîdê bên darizandin
09:35 Hevseroka KCD’ê Guven hat berdan
09:28 Paylan: Butçeya herî bê edalet e
09:28 Jiyana zindîwerên li dora gola wanê di talûkê de ne
09:27 Sinhetê bav û kalan didomîne
09:17 Zextên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Têkoşîna li dijî OHAL’ê zêde dibe: Demokrasî nanê karkeran e
09:15 Her kes ji şebekeya heşîşê haydar e lê kes deng nake
09:14 Ji bo debarê karê herî zehmet dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2017'AN
15/11/2017
18:18 HDP'ê Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
17:18 HDP: Bila cihê gora Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û Şêx Seîd bê lêkolînkirin
17:11 Dozger: Ne şewat e, tetbîkat e
17:05 Karkerê ji kar avêtin 3 roj e di greva birçîbûnê de ye
16:49 Biryara bê erkdariyê dan doza 10 wekilên HDP'ê
16:46 Qeyûmê avahiya Van TV kir navenda çandê
16:22 'Li dijî kincên yek rengî’ belavok belav kirin
15:51 Malbata Turan: Bila polîs bê cezakirin
15:27 Ehliyeta cezayê zilamê Okutgen kuşt derket holê
15:26 Parlamenter Yildirim hem tahliye bû û hem jî nebû
15:10 Doza Kûrsa Quranê ya 6 zarok têde mirin: Berpirsyar qaymeqaym û muftî ne
15:08 Platforma Tenduristiyê banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
15:01 Banga hestiyariyê ji bo girtîgeha Xerpetê
14:57 Girtîgeha Xerpêtê şewitî: Gelek ambulans çûn girtîgehê
14:46 Karkerên taşeron li ber wezaretê çalakî pêk anîn
14:43 Roja Nivîskarên Girtî: Bi piştevaniyê pirsgirêk çareser dibin
14:29 Yuksedag banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
14:26 Li Yukselê mudaxile 5 binçav kirin
13:53 Ji kolanên Helebê ber bi kolanên Sûrê ve
13:26 Wezaretê: Gava Gulmen ji ser hişê xwe çû em ê mudaxile bikin
13:07 Li Wanê 11 kes hatin binçavkirin
12:58 Antropolog Ozbudun: Erdogan hewl dide zuriyetê tune bike
12:48 Rastiya pişt perdeya niqaşên ‘valakirina Reqqa'
12:44 HDP: Dê têkoşîna Seyîd Riza bidome
12:12 'Ev doz doza hemû zarokan e'
12:03 Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 20'an derbas kir
11:59 Îran rê li pêş alîkariya mexdûrên erdhejê digire
11:54 Di operasyona li Zêdkanê de leşkerek mir
11:32 Esed birayarê xwe Mahir ji erka wî dûr xist
11:31 Gelo fermana operasyonên li dijî HDP'ê walî dide?
11:12 DAIŞ'ê bi teslîmkirinina El Bukmalê korîdora Tahran-Lubnanê vekiriye
11:08 Hevseroka HDP'a Esenler: Kirin hedef û êrîş kirin
10:42 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat binçavkirin
10:40 Berî 27'ê Mijdarê nepeniya Zarrab
10:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re 704 care tê astengkirin
10:38 Di 42 salan de kasetên 200 dengbêjan tomar kir
10:37 Di 75 rojan de 150 caran binçav kirin
10:13 27 salên bi têkoşîn ên Kovara Ozgur Halkê
10:05 Avahiyên TOKÎ li ser cenazeyan ava dikin: Di salekê de 26 cenaze derxistin
09:36 Dîmenên ku polîs di komkujiya Enqereyê de pêl perçeyên mirovan dikin derket
09:35 Ji bo dîktatoran xetereya mezin: Jin, azadî û têkoşîn
09:34 Rewşa kar baş dibe, lê kesekî bixebite tune ye
09:32 Buhayên sotemeniyê pişta wan şikand
09:31 'Tecrîda li Îmraliyê zirarê dide yekîtiya civakê'
09:30 Çareseriya Erdogan: Esad ango Sûriyeya demokratik?
09:29 Ji bo ava paqij û bê pere ‘Civakên Hêşîn’
09:28 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaleteke çawa ye?
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2017'AN
14/11/2017
21:03 Şanoger Elma hat binçavkirin
20:09 Li Îzmîrê 8 kes hatin girtin
16:35 HDP’ê serlêdana namzetiya Irmak kir
16:24 Li Hezexê dîwarên hewşê malan tên xerakirin
16:23 DMME’yê ji AKP'ê wext da
15:52 Di înşaeta TOKÎ de 2 cenaze hatin dîtin
15:43 HDP'iyan êrîşa navçeya Esenlerê şermezar kirin
15:41 6 kes li Amed, Riha û Edîrneyê hatin binçavkirin
15:19 Guven: Çareserî hevditina bi Ocalan re ye
15:08 Li Tendurek amadekariya operasyonê
14:56 HDP û DBP'ê greva birçîbûnê ya Edeneyê bi dawî kir