'Tecrîda li Îmraliyê zirarê dide yekîtiya civakê' 2017-11-15 09:31:24 STENBOL - Parêzer Baran Dogan, bal kişand ser helwesta dewletê ya li dijî Ocalan zagonên xwe binpê dike û wiha got: "Roja ku dewlet li gor qanûn û pîvanên xwe tev bigere wê tecrîd jixweber ji holê rabe. Derhuqûqiya li Îmraliyê zirarê dide pêşeroja hevpar a civakê."  Parêzer Baran Dogan ku 3 caran bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin kir, tecrîda ku li Îmraliyê didome nirxand. Dogan cara ewil di sala 2003'yan de bi Ocalan re hevdîtin çê kiriye û di sala 2004'an de jî 2 caran pê re hevdîtin çê kir. Dogan, got ku dema wî dest bi parêzeriyê kiriye ewil derhuqûqiyên li Îmraliyê bala wî kişandine û wiha got: "Wisa difikirîm ku divê mudaxileyî derhuqûqiya li vir bê kirin. Ji ber vê min jî xwest ez bibim perçeyek parêziyê. Bi vî awayî çûm û min pê re hevdîtin çê kir."    ‘LI ÎMRALIYÊ PÎVANÊN NIVÎSKÎ TUNE NE'    Dogan, diyar kir ku heke li Tirkiyeyê nîqaşên der barê huqûqê de bên kirin divê ev yek ji rewşa Ocalan bê destpêkirin û wiha domand: "Di vê nîqaşê de ne mumkun e ku huqûqnasek bibêje 'ez huqûqê diparêzim'. Li Girava Îmraliyê rejîma huqûqeke taybet tê sepandin. Li dewletên huqûqî mirov ji pîvanên nivîskî berpirsiyar in. Pîvan li cihekî diyarkirî nivîsandîne û li gor van pîvanan liv û tevger diyar dibin. Ev taybetmendiyeke dewleta huqûqî ye. Lê li Girava Îmraliyê hin pîvanên ku ne diyar e li kuderê nivîsandîne hene. Rêveber û îktîdara siyasî van pîvanan diyar dikin û tenê ew bi wan dizanin."    ‘DEWLET ZIRARÊ DIDE HUQÛQA HEVPAR A CIVAKÊ'    Dogan, dest nîşan kir ku divê parêzer bi awayekî rêk û pêk bi Ocalan re hevdîtinê çê bikin û wiha got: "Divê bê venêhartin ka bi sepandike taybet re rû bi rû dimîne yan na, ewlehî û tenduristiya wî divê ji aliyê parêzeran ve bê venêhartin. Astengkirina vê yekê derî huqûqê ye." Dogan, diyar kir ku neçareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê xwe nîşan dide û wiha axivî: "Li vir dewlet bi mewzûatê dilîze, dixe bin fermana siyasetê. Dema li vir derhuqûqiyek xwe bide der ev yek li tevahiya girtîgehan belav dibe. Li vir dewlet bi awayekî demdirêj zirarê dide huqûqa hevpar a civakê. Divê ev derhuqûqî heta demeke dirêj neyê domandin. Divê demildest dawî li tecrîdê bê. Divê malbat û parêzer hevdîtinê çê bikin."    OCALAN: DIKARIN LI VIR MIN BIKUJIN    Dogan, nûçeyên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan ên li ser medyaya civakî hatin belavkirin jî bi bîr xistin û wiha domand: "Derketina nûçeyên bi vî rengî jî nîşan didin ku pêwendî bi giravê re tune ye, parêzer hevdîtinê çê nakin û bi awayekî di bin tecrîdê de ye. Li cihekî ku bi awayekî rêkûpêk danûstendina agahiyan hebe, tiştên wisa dernakevin. Daxuyaniya dozgeriyê jî ne têrbar e. Divê parêzer bi xwe hevdîtinê çê bikin û bibînin. Berê jî di hevdîtineke ku ez jî tê de bûm de gotibû 'dikarin li vir min bikujin'. Dem bi dem beyanên wî yên wisa hene. Niha bi tena serê xwe li giravekê tê girtin. Ne diyar e ka ceza di kîj şert û mercan de tê înfazkirin. Nayê zanîn ka li girtîgehê kî bi çi awayekî tev digere. Hevdîtina wî ya bi parêzeran re jî tune ye. Helbet dê li vir nûçeyên der barê tenduristî û ewlehiya wî de derkevin. Divê parêzer kontrol bikin ka ev nûçe rast in an na."    ‘TECRÎD ZIRARÊ DIDE PÊŞEROJA HEVPAR'    Dogan wiha domand: "Heke hûn li welatekî ji pîvanên huqûqê bixwin, ev tê wateya hûn ji pêşeroja civakê didizin. Tecrîd jî tiştekî wisa ye. Hele dema hikumxwar kesekî mîna Birêz Ocalan girîng be, bi rastî jî dê ev yek rê li ber tengasiyên mezin vebike." Dogan got ku divê Tirkiye li gor huqûqa xwe ya navxweyî tev bigere û ev tişt gotin: "Roja ku dewlet li gor qanûn û pîvanên xwe tev bigere wê tecrîd jixweber ji holê rabe. Derhuqûqiya li Îmraliyê zirarê dide pêşeroja hevpar a civakê."