AMED – Civan Boltan ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku berî bi derengî bikeve divê bêdengiya heyî bê şikandin û got: "Eger tecrîd bi dawî nebe wê berxwedana rojiya mirinê jî berbelav bibe."
Civan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê peyamek ji raya giştî re şand.
Boltan, di peyama xwe de got: "Ji bo azadiyê divê tecrîd bi dawî bibe. Ev tecrîd di heman demê de gelê kurd jî dorpêç kiriye. Di pêvajoyeke girîng de berxwedaneke mezin heye. Çalakiya me bi vîneke pir xurt didome. Tu carî kurdan li ber zext û zoriyan serî netewandiye û wê ji niha û pê ve jî netewîne. Divê gelê kurd bi awayekî xurt xwedî li vê çalakiyê derkeve. Kesên ji bo berxwedana me xwe li bêdengiyê datînin paşê wê fêm bikin ku şaşiyeke çawa kiriye. Em dibêjin, berî bi derengî bikeve vê bêdengiyê bişikînin û xwedî li vê berxwedanê derkevin. Eger tecrîd dewam bike wê berxwedana me mezintir bibe. Em ji dewleta tirk tiştekî cuda naxwazin, tenê em dixwazin li gor qanûnên xwe tev bigere."
Herî dawî Boltan got: "Eger tecrîd bi dawî nebe wê berxwedana rojiya mirinê jî berbelav bibe."