RIHA – Malbata Şenyaşar, piştî 11 mehan vegeriya mala xwe. Li Pirsûsê, xizm û parazvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, ji malbata Şenyaşar Hecî Esvet û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn.
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parazvanên Parlementerê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz ji malbata Şenyaşar Hecî Esvet Şenyaşar û kurwên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Piştî bûyerç malbata Şenyaşar mecbûr mabû ji Pirsûsê biçe û li navenda Rihayê bi cih bibû. Piştî 11 mehan malbat vegeriya mala xwe ya li Taxa Aydinlarê.
'POLÎS NEHAT'
Emîne Şenyar ku di bûyerê de hevjînê wê û du kurên wê jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku kurê wê Fadil Şenyaşar saleke girtiye û got: "Ez û Hecî çûn nexweşxaneyê. Li ber çavê min êrîşî Hecî kirin. Polîs jî li wira bûn. Ez qîriyam, lê polîs nehatin. Min got 'Hecî dikujin', lê dîsa nehatin. Ew jî li wir Hecî lînc dikirin. Lê kes bi hawariya me de nehat."
Mehmet Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bibû, diyar kir ku piştî êrîşî tu gav nehatine avêtin û bi bêedaletiyeke mezin re rû bi rû mane. Şenyaşar, got: "Bi salan e em li vira esnaf in. Her kes me nas dike. Li vira zilmeke mezin li me hat kirin. Êrîşî karegha me kirin û me kuştin. Li dikana me kekê min kuştin. Li nexweşxaneyê li ber çavê diya min kekê min û bavê min kuştin. Kekê min Fadil jî 11 meh in girtiye, di hucreyekê de dimîne. A li me hat kirin zilm e. Her kesî dît, li ber kamerayan hat kirin. Lê dîsa jî dewletê tu gav neavêtin. Li holê bêedaletiyeke mezin heye. Em dixwazin tiştin bên kirin. Malbata me belawela bû. Li dijî vê neheqî û zilmê em edaletê dixwazin."