ŞIRNEX - Li Şirnexê, kesê ku ket dikana zêran û xwest diziyê bike, ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Çapemeniya îktîdarê jî ji bo vî kesî gotibû "dizê bi kincên polîsa". Lê belê derket holê ku ev kes polîsê bi navê A.A. bûye û ji Edeneyê ye.
Di 18'ê Nîsanê de li Şirnexê kesekî ku kincên polîsan li xwe kir û ser çavê xwe girt, ket dikana zêran a Îhsan Înal û xwest diziyê bike. Lê belê di dema diziyê Farûk Înal ji nişkave kesê ku çek di desta de bû ji pertav xist.
Kesê xwest diziyê bike radestî qereqolê hat kirin û dîmenên wî yên di kamerayê de jî dane Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) û Ajansa Nûçeyan a Demîoren (DHA) û çapemeniyên din ên nêzî îktîdarê bi ser navên wek "Kincên polîsan li xwe kir û xwest diziya zêran bike" û "Li Şirnexê diziya bi kincên polîsa" nûçe serwîs kirin. Lê belê hin çapemeniyên herêmî yên propagandaya AKP'ê dikin ji bo vî kesî pêşî gotin polîs e, paşê gotin "dizê ku kincên polîsa li xwe kiriye."
Lê belê derket holê ku ev kes polîsê bi navê A.A. bûye û ji Edeneyê ye. A.A. hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
MA / Gokhan Altay