COLEMÊRG – Ayten Akdag ku kurê wê Rêber Akdag li Girtîgeha Wanê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Kurê min di telefonê de got 'moralê me baş e, bi me ser bilind bin.' Em bi wan serbilind in."
Rêber Akdag ku li Girtîgeha Wanê 64 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, 2 sal û nîv berê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. dayik Akdag, bilêv kir herî dawî bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û got: "Her kes bi sedema çalakiya kurê min dizane. Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe. Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan silav dikim. Kurê min jî wekî 7 hezar hevalên xwe dest bi vê çalakiyê kir."
Dayik Akdag, got: "Ji min re got 'Dayê morlaê me pir baş e. Bi me serbilind bin. Tu pirsgirêkên me tune ne. Em ne poşman in û em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Heta tecrşd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike.' Em jî bi wan serbilind in. Lê ez dayik im. Çi qas destekê bidim jî lê wexta tê bîra min zarokên me birçî ne, nerihet dibim."
'EM Ê HETA DAWIYÊ LI CEM WAN BIN'
Akdag, diyar kir ku ew piştgiriyê didin vê çalakiyê û got: "Em jinên colemêrgê li pişta Leyla Guvenê ne. Zarokên me çi bin em jî ew in. Eger ev mesele hel nebe, em ê jî dest bi grreva birçîbûnê bikin. Xwedê arîkarê wan be. Tenê daxwazek me heye, ew jî bidawîbûna zextên li ser gelê kurd
û tecrîdê ye. Em dixwazin êdî kurd aram bibin. Em ê heta dawiyê li cem zarokên xwe bin û wan bi tenê nehêlin."
MA / Hamza Gunduz