WAN - Ji 15 girtiyên ketin rojiya mirinê de Îhsan Bûlût, diyar kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û got: "Bêhêvîbûn dibe sedema dûrketina ji têkoşînê. Her ku têkoşîn dewam dike hêvî jî çêdibe. Leyla Guven hêvî ye. Heval Zulkuf û Medya ji bo me bûn hêvî."
Ji girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, 15 jê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirin. Yek ji van girtiyan li Girtîgeha Wanê Îhsan Bûlût e. Bûlût, nameyek şand û di nameya xwe de got: "Bêhêvîbûn dibe sedema dûrketina ji têkoşînê. Her ku têkoşîn dewam dike hêvî jî çêdibe. Leyla Guven hêvî ye. Heval Zulkuf û Medya ji bo me bûn hêvî."
Bûlût, destnîşan kir ku teqez ew ê bi ser bikevin û got: "Ji 29'ê Çileya 2016'an ve girtîme. Ji Sêrtê me, lê 20 sal berê ji ber şert û mercên herêmê em çûn Edeneyê. 27 salî me. Bingehan pirsgirêkên civakiyî yên Tirkiyeyê prisgirêka kurd e. Eger hem li hundur hem jî lid erve Tirkiye bixitime, krîzên aborî çêbibin sedema vê neçareserkirina pirsgirêka aborî ye. Konsepta şer ku bi Plat û Stratejiya Rûxandinê pêk tê, ne çareserî di neçareserkirinê de israr dike. Tecrîd jî gava ewil a israrkirina di siyaseta neçeraserkirinê de ye.
Nêzîkatiya ji bo Birêz Ocalan, nêzîkatiya ji bo pirsgirêka kurd û civakiyî ye. Ji bo siyaseteke çareseriyê çêbibe divê nêzîkatiya ji bo Ocalan bê sererastkirin. Dibe bidawîbûna tecrîdê bibe firsend û gavek. Qesda me ya ji bidawîbûna tecrîdê ne ew e ku tenê malbat biçe hevdîtinê pêk bîne. Ji bo rola xwe bilîze divê rê li ber bê vekirin û şert û mercên wî bên başkirin. Wê bidawîbûna tecrîdê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaiyî rê li ber serdemeke nû vebike."
‘DIVÊ TECRÎDA GIRANKIRÎ BI DAWÎ BIBE'
Bûlût, bilêv kir ku divê li Tirkiyeyê kesên xwedîwijdan tiştina bikin û got: "Gelek sedemên rojiya mirinê hene. Çimkî ji ber pêkanînên li Tirkiyeyê divê kesên xwedîwijdan bêyî li mekan û weziyetê binerin divê tiştina bikin. Me jî sedema çalakiya xwe daxuyand. Divê ev tecrîda girankirî teqez bi dawî bibe. Ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin ji bo muzakere dest pê bikin ev rê li ber me bû. Bingeha îtifaqa AKP-MHP û Ergenekonê li ser dijminatiya bi kurdan re hatiye avakirin. Aramnaca wan ew e ku kurd nebin xwedîstatu."
‘BÊHÊVÎBÛN DIBE SEDEMA DÛRKETINA JI TÊKOŞÎNÊ'
Bûlûtû, diyar kir ku piştî du mehên greva birçîbûnê dest bi rojiya mirinê kirine û tu carî bêhêvî nebûne. Bûlût, got: "Bêhêvîbûn dibe sedema dûrketina ji têkoşînê. Heta têkoşîn hebe wê hêvî jî hebe. Leyla Guven hêvî ye. Heval Zulkuf û Medya ji bo me bûn hêvî. Bidawîbûna tecrîdê re em ê bi hev re bi ser bikevin. Em malavayiya çapemeniya azad dikin ku dibin dengê qîrîna li zindana."
MA / Mujdat Can