* Li Erziromê welatiyan diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî nikarin gepek nan jî bibin mala xwe. Mehmet Kaya, got: "Ez zebze difiroşim, lê ji ber zebze biha ye nikarim bibim malê. Li ber mirovan digerim ku kîloyek firingî bikirin da ez jî êvarî nan bibim mala xwe."
* Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 177'emîn de dewam dike.
* Çalakgerê greva birçîbûnê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 164 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi xwe re ruhekî neteweyî ava kiriye. Yagiz, bal kişand ser çalakiya rojiya mirinê jî û wiha got: "Heval Leyla 177 rojin di grevê de ye. Zêdeyî 7 hezar girtî di grevê de ne. Lê heta niha hikûmet bêdeng ma. Tenê dayik derketin kolanan. Çalakiya Rojiya Mirinê di heman demê de rexneyek li hemberî bêdengiya me û hikûmetê ye."
* Ji 15 girtiyên ketin rojiya mirinê de Îhsan Bûlût, diyar kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û got: "Bêhêvîbûn dibe sedema dûrketina ji têkoşînê. Her ku têkoşîn dewam dike hêvî jî çêdibe. Leyla Guven hêvî ye. Heval Zulkuf û Medya ji bo me bûn hêvî."
* Ayten Akdag ku kurê wê Rêber Akdag li Girtîgeha Wanê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Kurê min di telefonê de got 'moralê me baş e, bi me ser bilind bin.' Em bi wan serbilind in."
* Li Şirnexê, kesê ku ket dikana zêran û xwest diziyê bike, ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Çapemeniya îktîdarê jî ji bo vî kesî gotibû "dizê bi kincên polîsa". Lê belê derket holê ku ev kes polîsê bi navê A.A. bûye û ji Edeneyê ye.
* Berê li Rihayê 150 hosteyên karên çerman dikirin hebûn, lê belê niha tenê 2 hoste mane. Hosteyan diyar kir ku êdî kes destekê nade wan û ji ber vê hindik maye karê wan bi temamî biqede.
* Malbata Şenyaşar, piştî 11 mehan vegeriya mala xwe. Li Pirsûsê, xizm û parazvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, ji malbata Şenyaşar Hecî Esvet û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn.
* Civan Boltan ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku berî bi derengî bikeve divê bêdengiya heyî bê şikandin û got: "Eger tecrîd bi dawî nebe wê berxwedana rojiya mirinê jî berbelav bibe."
* Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisaç ku li Amedê di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan û got: "Êdî gotin qediyaye, dem dema çalakiyê ye."
* Refîka Nergîz ku kurê wê yê nexweş Alî Nergîz li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Wexta min bi destên wî girt wekî qeşayê cemidî bûn."
* Abdullah Tekek ku 6 meh in kurê xwe Îsamîl Tekek (20) ê di greva birçîbûnê de nedîtiye, got: "Eger em xwedî li van mirovan dernekevin, wê dewlet jî tu gavin navêje."
* Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne û ÎHD, dê der barê grevên birçîbûnê de li avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Wê li Edeneyê xizmên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de li avahiya HDP'ê ya bajêr ji bo 2 rojan têkevin greva birçîbûnê. (12.00)
* Wê Baroya Amedê, ji bo dîtina kiryarên Tahîr Elçî wê cara 174'an biçe ber Edliyeya Amedê. (12.30)
* Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, dê bi boneya 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê Cîhanî li Şaxa PTT'ê ya Taksîmê kartan ji rojnamegerên girtî re bişîne. (11.00)
*Çalakiya nobetê ya xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, ên li ber Girtîgeha Bakirkoy û Girtîgeha Gebzeyê dayîn destpêkirin dê bidome. (12.00)
*Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya, bi boneya 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, dê derbarê binpêkirinên mafan ên 4 mahan ên li dijî rojnamegerên jin li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çepmeniyê pêk bîne. (11.00)