Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaleteke çawa ye?

  • rojane
  • 09:28 15 Mijdar 2017
  • |
img

MELETÎ - Secan Kûrkût, dayika Kemal Kûrkût ku di Newroza Amedê de bi guleya polîsan hat kuştin, wiha bertek nîşanî redkirina daxwaza darizandina kujer Y.Ş. da: "Zaliman ew ji min stend. Ev edaleteke çawa ye?" 

Dadgehê ji bo kujerê Kemal Kûrkût ku dema ji bo pîrozbahiya Newrozê ji Meletiyê hat Amedê û ji aliyê polîsê bi navê Y.Ş. hat kuştin, biryara "pêdivî bi girtina wî tune ye" da. Ev biryar bû cihê bertekên tund. Dayika Kûrkût Secan Kûrkût jî bertek nîşanî vê biryarê da û her wiha Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr jî anî ziman ku ew ê dev ji daxwazên xwe yên ji bo girtina polîsê bersûc bernedin. 
 
'JI BO GIRTINÊ GELEK SEDEM HENE' 
 
Parêzera malbatê Reyhan Yalçindag Baydemîr, dest nîşan kir ku piştî qebûlkirina îdianameyê biryara nepeniyê ya li ser dosyayê û qedexeya weşan û çapemeniyê ya li ser dosyeyê hatiye rakirin. Yalçindag got ku wan temamiya dosyeyê bi awayê wê yê fotokopiyî raçav kiriye û di biryara tensîbê ya Dadgeha Cezayê Giran a 7'emîn  de hejmara sicîlê ya 60 polîsî heye. Yalçindag da zanîn ku tenê ne polîs, welatiyên sivîl ên bûn şahidê bûyerê û nûçegihanê ku dîmen kişandine jî divê wek şahid bên guhdarîkirin û ew amadekariyên vê yekê dikin. Yalçindag wiha got: "Her wiha di dema lêpirsînê de ji ber ku bersûc qet nehatiye girtin, endîşeyên me yên ku dibe delîlan winda bike û reş bike hene. Ji bo van endîşeyên me di qanûna dadgehên cezayî de biryar heye. Madeya 100'emîn hincetên girtinê bi awayekî zelal aşkere dike. Reşkirina delîlan, veşartina wan û gumana reva bersûc ji bo girtinê delîlên têrbar in." Yalçindag got ku li gor vê rewşê daxwaza wan a ewil ew e ku bersûc bi awayekî girtî bê darizandin û a duyem jî neberhevkirina delîlan e û ya sêyem jî heta ku îdianame hat amadekirin jî bersûc nizanibû dê bi muebetê bê darizandin. Yalçindag wiha domand: "Her çi qas der barê wî de biryara venêrîna edlî hebû jî, lê piştî hîn bû bi muebetê tê darizandin, gumanên ku dibe bireve li me peyda bûn. Me bi van hincetan serî lê da." Yalçindag dest nîşan kir ku wek mirina Kemal Kûrkût di bûyerên mirina kesên ku li nêv kuçeyan tên kuştin de gelek dosye berbelavî demê tên kirin û  bi vî awayî tê xwestin ku bên jibîrkirin. Yalçindag got ku ji bo di rêveçûyîna dosyeyê de rewşeke neyînî xwe nede der wan daxwaza tiştek wisa kiribû. Her wiha Yalçindag got ku dê meha bê danişîn pêk bê û ji bo dosye bi awayekî rêkûpêk û tam bê meşandin wê hin daxwazên wan hebin. 
 
‘EV EDALETEKE ÇAWA YE?' 
 
Dayik Secan Kûrkût jî, bertek nîşanî biryara redkirina bi awayekî girtî darizandina polîsê kujer ê bi navê Y.Ş. da û wiha got: "Ez ji kesên ku kurê min kuştin gilîdar im. Ez ê heta hetayê gilîdar bim. Ji bo kesên ku kurê min kuştin bên cezakirin çi ji destê min bê ez ê bikim û ez ê dev jê bernedim. Ev edaleteke çawa ye. Jixwe çi dibe bi ciwanan dibe. Qethiyen qebûl nakim. Belaheq û belasebeb kurê min kuştin. Edaleteke bi vî rengî tune ye. Gotin bombeya zindî, lê belê dema kurê min hat kuştin kinc jî li ser tune bûn. Di dest wî de tu tişt jî tune bû. Ji bo çi kurê min kuştin. Heke sûcek wî hebûna dikaribûn wî bigirin û têxin girtîgehê." 
 
‘ZALIMAN EW JI MIN STEND' 
 
Kûrkût anî ziman ku ji ber hevjînê wê zû miriye wê hem dêtî hem jî bavtî ji zarokên xwe re kiriye û ev tişt gotin: "Ji bo ez kurê xwe bînim vê astê min ne xwar da xwarin, min venexwar da vexwarin. Lê belê zaliman ew ji min stend. Dema 5 salî bû bavê wî mir. Min di şert û mercên zehmet de, bi karê rojane ew xwedî kirin. Kemal bêdeng bû. Zirara wî nedighişat kurmoriyekê jî. Înşelle wê Xwedê ji zalimên ku ev anîn serê kurê min nehêle." 
 
MA / Haci Yusuf Topaloglu
 

Sernavên din

17/11/2017
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn
18:03 Selîm Sadak hat binçavkirin
17:58 705 car e daxwaza hevdîtinê ya ji bo Ocalan tê redkirin
17:57 Şervanên HSD'ê nêzî sînorê Iraqê bûne
16:53 Beştaş: Ocalan rêber û muxatab e
16:28 TSK û Cehpet El Nusra êrîşî Efrînê dike
16:15 Li xeta sînor pevçûn: 2 leşker mirin û leşkerek birîndar bû
16:05 Li Egeyê di mehekê de 3 hezar û 99 binpêkirinên mafan qewimîn
15:37 HDP: Gelê Sûrê dê di şertên zivistanê de çi bikin?
15:30 AYM’ê serlêdana Wekîla HDP’ê Yildirim red kir
15:18 Li Kolana Yukselê 6 kes hatin binçavkirin
15:02 Walî 30 herêmên Dersimê li welatiyan qedexe kir
14:43 'Sîxûrî qebûl nekir hat binçavkirin'
14:42 Rojnameger Guleş nayê dermankirin
14:33 Dewlet mikur hat: Îstîxbarata Îngîlîstanê jî hat Îmraliyê
14:19 Turfent cara 4'emîn derdikeve dadgehê
13:04 Parêzerên Ocalan cara 705’an serî li dozgeriyê dan
12:53 Xizmên girtiyan: Girtiyan teşwîkî cînayetê dikin
12:51 Civaka Sinûnê êdî xwedî meclis e
12:10 Bêyî ku birîna wî baş bibe şandin girtîgehê
12:09 Çima nûçeyên çapemeniya kurd wekî nûçeyên xwe nîşan didin?
11:50 Di dîmenan de jî diyar e alîkariyê nadin birîndaran
11:49 5 siyasetmedar li Bêgirê hatin girtin
11:48 Li gundên Farqînê qedexeya derve hat îlankirin
11:15 Perwerdehiya polîsan jiyana gundiyan dixe talûkeyê
10:48 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat berdan
10:45 Dêra Germûşê li ber rûxandinê ye!
09:59 Hempîşeyên Kozagaçli: Dixwazin muxalîfan bê parêzer bihêlin
09:43 Wê dosyeya doza Ozgecan Aslanê bişînin temyîzê
09:38 Kav: Cînayetên jinan ji sedî 30 ‘kiryar nediyar’ in
09:36 Leşkerê berê: Wê berpirsiyarên tecrîdê bên darizandin
09:35 Hevseroka KCD’ê Guven hat berdan
09:28 Paylan: Butçeya herî bê edalet e
09:28 Jiyana zindîwerên li dora gola wanê di talûkê de ne
09:27 Sinhetê bav û kalan didomîne
09:17 Zextên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Têkoşîna li dijî OHAL’ê zêde dibe: Demokrasî nanê karkeran e
09:15 Her kes ji şebekeya heşîşê haydar e lê kes deng nake
09:14 Ji bo debarê karê herî zehmet dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2017'AN
15/11/2017
18:18 HDP'ê Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
17:18 HDP: Bila cihê gora Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û Şêx Seîd bê lêkolînkirin
17:11 Dozger: Ne şewat e, tetbîkat e
17:05 Karkerê ji kar avêtin 3 roj e di greva birçîbûnê de ye
16:49 Biryara bê erkdariyê dan doza 10 wekilên HDP'ê
16:46 Qeyûmê avahiya Van TV kir navenda çandê
16:22 'Li dijî kincên yek rengî’ belavok belav kirin
15:51 Malbata Turan: Bila polîs bê cezakirin
15:27 Ehliyeta cezayê zilamê Okutgen kuşt derket holê
15:26 Parlamenter Yildirim hem tahliye bû û hem jî nebû
15:10 Doza Kûrsa Quranê ya 6 zarok têde mirin: Berpirsyar qaymeqaym û muftî ne
15:08 Platforma Tenduristiyê banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
15:01 Banga hestiyariyê ji bo girtîgeha Xerpetê
14:57 Girtîgeha Xerpêtê şewitî: Gelek ambulans çûn girtîgehê
14:46 Karkerên taşeron li ber wezaretê çalakî pêk anîn
14:43 Roja Nivîskarên Girtî: Bi piştevaniyê pirsgirêk çareser dibin
14:29 Yuksedag banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
14:26 Li Yukselê mudaxile 5 binçav kirin
13:53 Ji kolanên Helebê ber bi kolanên Sûrê ve
13:26 Wezaretê: Gava Gulmen ji ser hişê xwe çû em ê mudaxile bikin
13:07 Li Wanê 11 kes hatin binçavkirin
12:58 Antropolog Ozbudun: Erdogan hewl dide zuriyetê tune bike
12:48 Rastiya pişt perdeya niqaşên ‘valakirina Reqqa'
12:44 HDP: Dê têkoşîna Seyîd Riza bidome
12:12 'Ev doz doza hemû zarokan e'
12:03 Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 20'an derbas kir
11:59 Îran rê li pêş alîkariya mexdûrên erdhejê digire
11:54 Di operasyona li Zêdkanê de leşkerek mir
11:32 Esed birayarê xwe Mahir ji erka wî dûr xist
11:31 Gelo fermana operasyonên li dijî HDP'ê walî dide?
11:12 DAIŞ'ê bi teslîmkirinina El Bukmalê korîdora Tahran-Lubnanê vekiriye
11:08 Hevseroka HDP'a Esenler: Kirin hedef û êrîş kirin
10:42 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat binçavkirin
10:40 Berî 27'ê Mijdarê nepeniya Zarrab
10:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re 704 care tê astengkirin
10:38 Di 42 salan de kasetên 200 dengbêjan tomar kir
10:37 Di 75 rojan de 150 caran binçav kirin
10:13 27 salên bi têkoşîn ên Kovara Ozgur Halkê
10:05 Avahiyên TOKÎ li ser cenazeyan ava dikin: Di salekê de 26 cenaze derxistin
09:36 Dîmenên ku polîs di komkujiya Enqereyê de pêl perçeyên mirovan dikin derket
09:35 Ji bo dîktatoran xetereya mezin: Jin, azadî û têkoşîn
09:34 Rewşa kar baş dibe, lê kesekî bixebite tune ye
09:32 Buhayên sotemeniyê pişta wan şikand
09:31 'Tecrîda li Îmraliyê zirarê dide yekîtiya civakê'
09:30 Çareseriya Erdogan: Esad ango Sûriyeya demokratik?
09:29 Ji bo ava paqij û bê pere ‘Civakên Hêşîn’
09:28 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaleteke çawa ye?
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2017'AN
14/11/2017
21:03 Şanoger Elma hat binçavkirin
20:09 Li Îzmîrê 8 kes hatin girtin
16:35 HDP’ê serlêdana namzetiya Irmak kir
16:24 Li Hezexê dîwarên hewşê malan tên xerakirin
16:23 DMME’yê ji AKP'ê wext da
15:52 Di înşaeta TOKÎ de 2 cenaze hatin dîtin
15:43 HDP'iyan êrîşa navçeya Esenlerê şermezar kirin
15:41 6 kes li Amed, Riha û Edîrneyê hatin binçavkirin
15:19 Guven: Çareserî hevditina bi Ocalan re ye
15:08 Li Tendurek amadekariya operasyonê
14:56 HDP û DBP'ê greva birçîbûnê ya Edeneyê bi dawî kir