Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaleteke çawa ye? 2017-11-15 09:28:39 MELETÎ - Secan Kûrkût, dayika Kemal Kûrkût ku di Newroza Amedê de bi guleya polîsan hat kuştin, wiha bertek nîşanî redkirina daxwaza darizandina kujer Y.Ş. da: "Zaliman ew ji min stend. Ev edaleteke çawa ye?"  Dadgehê ji bo kujerê Kemal Kûrkût ku dema ji bo pîrozbahiya Newrozê ji Meletiyê hat Amedê û ji aliyê polîsê bi navê Y.Ş. hat kuştin, biryara "pêdivî bi girtina wî tune ye" da. Ev biryar bû cihê bertekên tund. Dayika Kûrkût Secan Kûrkût jî bertek nîşanî vê biryarê da û her wiha Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr jî anî ziman ku ew ê dev ji daxwazên xwe yên ji bo girtina polîsê bersûc bernedin.    'JI BO GIRTINÊ GELEK SEDEM HENE'    Parêzera malbatê Reyhan Yalçindag Baydemîr, dest nîşan kir ku piştî qebûlkirina îdianameyê biryara nepeniyê ya li ser dosyayê û qedexeya weşan û çapemeniyê ya li ser dosyeyê hatiye rakirin. Yalçindag got ku wan temamiya dosyeyê bi awayê wê yê fotokopiyî raçav kiriye û di biryara tensîbê ya Dadgeha Cezayê Giran a 7'emîn  de hejmara sicîlê ya 60 polîsî heye. Yalçindag da zanîn ku tenê ne polîs, welatiyên sivîl ên bûn şahidê bûyerê û nûçegihanê ku dîmen kişandine jî divê wek şahid bên guhdarîkirin û ew amadekariyên vê yekê dikin. Yalçindag wiha got: "Her wiha di dema lêpirsînê de ji ber ku bersûc qet nehatiye girtin, endîşeyên me yên ku dibe delîlan winda bike û reş bike hene. Ji bo van endîşeyên me di qanûna dadgehên cezayî de biryar heye. Madeya 100'emîn hincetên girtinê bi awayekî zelal aşkere dike. Reşkirina delîlan, veşartina wan û gumana reva bersûc ji bo girtinê delîlên têrbar in." Yalçindag got ku li gor vê rewşê daxwaza wan a ewil ew e ku bersûc bi awayekî girtî bê darizandin û a duyem jî neberhevkirina delîlan e û ya sêyem jî heta ku îdianame hat amadekirin jî bersûc nizanibû dê bi muebetê bê darizandin. Yalçindag wiha domand: "Her çi qas der barê wî de biryara venêrîna edlî hebû jî, lê piştî hîn bû bi muebetê tê darizandin, gumanên ku dibe bireve li me peyda bûn. Me bi van hincetan serî lê da." Yalçindag dest nîşan kir ku wek mirina Kemal Kûrkût di bûyerên mirina kesên ku li nêv kuçeyan tên kuştin de gelek dosye berbelavî demê tên kirin û  bi vî awayî tê xwestin ku bên jibîrkirin. Yalçindag got ku ji bo di rêveçûyîna dosyeyê de rewşeke neyînî xwe nede der wan daxwaza tiştek wisa kiribû. Her wiha Yalçindag got ku dê meha bê danişîn pêk bê û ji bo dosye bi awayekî rêkûpêk û tam bê meşandin wê hin daxwazên wan hebin.    ‘EV EDALETEKE ÇAWA YE?'    Dayik Secan Kûrkût jî, bertek nîşanî biryara redkirina bi awayekî girtî darizandina polîsê kujer ê bi navê Y.Ş. da û wiha got: "Ez ji kesên ku kurê min kuştin gilîdar im. Ez ê heta hetayê gilîdar bim. Ji bo kesên ku kurê min kuştin bên cezakirin çi ji destê min bê ez ê bikim û ez ê dev jê bernedim. Ev edaleteke çawa ye. Jixwe çi dibe bi ciwanan dibe. Qethiyen qebûl nakim. Belaheq û belasebeb kurê min kuştin. Edaleteke bi vî rengî tune ye. Gotin bombeya zindî, lê belê dema kurê min hat kuştin kinc jî li ser tune bûn. Di dest wî de tu tişt jî tune bû. Ji bo çi kurê min kuştin. Heke sûcek wî hebûna dikaribûn wî bigirin û têxin girtîgehê."    ‘ZALIMAN EW JI MIN STEND'    Kûrkût anî ziman ku ji ber hevjînê wê zû miriye wê hem dêtî hem jî bavtî ji zarokên xwe re kiriye û ev tişt gotin: "Ji bo ez kurê xwe bînim vê astê min ne xwar da xwarin, min venexwar da vexwarin. Lê belê zaliman ew ji min stend. Dema 5 salî bû bavê wî mir. Min di şert û mercên zehmet de, bi karê rojane ew xwedî kirin. Kemal bêdeng bû. Zirara wî nedighişat kurmoriyekê jî. Înşelle wê Xwedê ji zalimên ku ev anîn serê kurê min nehêle."    MA / Haci Yusuf Topaloglu