AMED – Malbatên girtiyan ên li Amedê ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin bernameya xwe ya îro bi dawî kirin.
Li Amedê dayikên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Polîsan mudaxeleyî çalakiya dayikan a li Parka Koşuyolu kirin û destûr nedan dayikan. Tevî hemû astengiyên polîsan jî dayikan xwest li parkê kom bibin. Di rageşiya navbera dayik û polîsan de ciwanek endamê Ciwanê HDP’ê bi lêdanê hat binçavkirin.
Polîsan pihîn li rojnamegerek jin jî xistin û destû nedan dîmenan bikişîne.
DAYIK DU SAET RÛNIŞTIN
Li ser astengiya polîsan, dayik derbasî avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY DER) bûn. Polîsan vê carê jî nehişt ku dayik bi komî bi hev bimeşin û wan ji hev qetand. Dayikan li ber avahiya TUAY-DER’ê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Dayikan piştî du saet rûniştin dawî li bernameya xwe ya îro anîn.