RIHA – Çalakiya nobeta malbatên girtiyan a li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê ji bo piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê hatibû destpêkirin didome.
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşara Rihayê dan destpêkirin di roja 5’emîn didome. Serdanên ji bo çalakgeran di bin dorpêça polîsan de pêk tên. Rêveberên HDP’a Rihayê û gellek welatî çalakger ziyaret kirin. Tevî hemû hewldanên astengiya polîsan jî heyeta HDP’ê malbat ziyaret kirin.
‘TECRÎD SÛC E’
Hevseroka HDP’a Rihayê Adîle Oncel di ziyaretê de axivî û got: “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê her kes li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan berteka xwe nîşan bide.”
‘BILA ZAROKÊN ME NEMIRIN’
Dayika Mehmet Halîs Vural ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye Îdê Vural da zanîn ku her roja ku diçe zarokên wan dihelin û got: “Bila tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û ji bo zarokên me bijîn. Êdî her kêlî ji bo zarokên me girîng e.”
‘BILA MASEYA MUZAKEREYÊ BÊ AVAKIRIN’
Dayika Muhammed Oztaş ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye Nafiya Oztaş jî anî ziman ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û maseya muzakereyê ji nûve bê avakirin û got: “Em dixwazin demildest tecrîd bê rakirin û jibo çalakî jî bi dawî bibin. Her deqîqe û kêlî ji bo zarokên me girîng e.”
LI PIRSÛSÊ ÇALAKÎ DI ROJA 6’EMÎN DE YE
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan a li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsa Rihayê jî ku hat destpêkirin di roja 6’emîn de didome û tevî hemû astengiyên polîsan jî her roj gellek welatî diçin ziyaretê û piştgiriyê didin malbatan.