STENBOL – Ji bo xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê yên ketin girtîgehê ji nûve Nobeta Edaletê hat destpêkirin. Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu diyar kir ku edalet pêwîstiyek civakê ye û got: “Divê wek nan û avê edalet bê xwestin.”
Xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê yên ji doza Cumhuriyetê dihatin darizandin û piştî cezayê wan hat erêkirin Musa Kart, Guray Oz, Onder Çelîk, Hakan Kara, Mustafa Kemal Gungor û Emre Îper hefteya derbasbûyî ji nûve ketin girtîgehê.
Ji bo xebatkarên Cumhuriyetê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê ji nûve Nobeta Edaletê hat destpêkirin. Parêzerên dozê, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu û Parlamantera HDP’ê ya Enqereyê Filîz Kerestecîoglu û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Turan Aydogan beşdarî çalakiyê bûn.
‘DOZGERÊ KU DOSYE AMADE KIR BERSÛCÊ FETO YE’
Serokê Baroya Stenbolê Durakoglu daxuyanî da û diyar kir ku girtina rojnamgeran bêhiqûqî ye û dozgerê dosyeya lêpirsînê amade kirye “bersûcê doza FETO” ye. Durakoglu anî ziman ku çalakiya wan li dijî bêhiqûqiyê ye û vê qonaxa gihîştinê bêhiqûqiya li ser bêhiqûqiyê pêk tê. Durakoglu diyar kir ku edalet pêwîstiyek civakê ye û got: “Divê wek nan û avê edalet bê xwestin."