WAN - Şaxa ÎHD'e ya Wane, rapora 3 mehan a binpêkirina mafên mirovan aşkere kir û diyar kir ku di 3 mehên dawî de hezar û 35 mafên mirovan binpê bûne. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet, diyar kir ku ji bo rê li pêş binpêkirina mafan bigirin divê berî her tiştî çanda demokrasî û siyaseta demokratîk ava bikin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê rapora binpêkirina mafan a 3 mehên dawî bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet rapor bi raya giştî re parve kir. Melet, diyar kir ku li Tirkiye rêgezên dewleta hiqûqê nakeve meriyetê û wiha got: "Li Tirkiye îktîdara siyasî her tiştî li gorî xwe diyar dike. Azadiya vegotin, raman û îfadeyê di bin gefan de ye. Bi hezaran siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger, karker, ji ber polîtikayên hikûmetê yên kedxwariyê hatin binçavkirin û girtin. Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Girtî rastî muameleya xerab, lêpirsîna dîsîplîne tên. Tên tecrîdkirin û mafê wan ê ragihandin û agahdarkirinê ji destê wan tê qutkirin. Xizmên girtiyan û girtiyan bi xwe serî li komeleya me dane û bal kişand ser binpêkirina mafan. Girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Bi taybetî herî zêde mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Ji bo tecrîd bê rakirin gav nehat avêtin. Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan berdewam dike. Li gelek girtîgehan girtiyên ketine grevê diyar dikin ku çalakiya Leyla Mafdar û di cih de ye. Di 16'ê Kanûna 2018'an de çalakiya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Ji 1'ê Adarê û şûnde bi hezarran girtiyên siyasî ketin grevê. Li Girtîgeha Wanê zêdeyî 300 girtiyên siyasî di grevê de ne. Piştî Leyla Guven di 16'ê Kanûnê de koma yekem bi 41 kesan dest pê kir. Ji ber hikûmet bêdeng e, çalaki her ku çûn dijwartir bun."
YSK'ê kesên piştî OHAL'ê bi KHK'ê hatin ixrackirin, li gel di hilbijartinê de bi ser ketin jî, namzetiya wan red kir û mafê wan binpê kirin. Mafê bijartin û hilbijartinê îhlal kiriye. Divê êdî carek din wekî OHAL'ê tiştektî bi vî rengî pêk neyê. Divê di her şert û mercan de cudakariya ziman, çand, nasname û rengan neyê kirin. Di 3 mehan de Hezar û 35 kes mafê wan hatine binpêkirin. 10 penaber hatin kuştin. Jinek rastî destdirêjiyê hat hat kuştin. 5 kes rastî îşkence û karê xerab hatin. 11 kes di bin çavan de rasti işkenceyê hatin. di 3 mehan de 223 kes hatin binçavkirin. 59 kes hatin girtin. Polîsan 210 caran bi ser malan de girtiye.