AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û xwest ku ji bo tecrîd bê rakirin û çalakî bi dawî bibin bi lezgînî gav bên avêtin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin û 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kir daxuyanî dan çapemeniyê. Civîna çapemeniyê li Şaxa Jimara 1’emîn a Egîtîm-Sena Amedê pêk hat. Endamên platformê ên ji rêxistinên civakî yên sivîl pêk tên beşdar bûn.
Hevberdevkê Platformê Mehmet Şîrîn Gurbuz daxuyanî da û da zanîn ku hikumeta AKP'ê li şûna ku vê qîrînê bibîhîze, li ser çarçoveya ewlekariyê nêzî vê kêşeyê dibe û bêdeng maye.
'ZEXT LI GIRTIYAN TÊ KIRIN'
Gurbuz bal kişand zextên li ser girtiyan û wiha got: "Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, xebatên komên serbixwe yên tendirustiyê tên astengkirin. Di warê bidestxistina wîtamînên B1, B12 de astengiyên mezin hene. Rêveberiyên girtîgehan û gardiyan zextan li girtiyan dikin. Li girtîgehan û li derve rewşa çalakgeran krîtîk e û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan veguheriye rojiyên mirinê. Di heman demê de dayikên ku zarokên wan di grevên birçîbûnê de ne, her roj êrîşî wan tê kirin."
BANGA LEZGÎN
Gurbuz bêdengiya hikumetê û raya giştî ya li hember grevên birçîbûnê û rojiya mirinê jî rexne kir û vê bangê kir: "Em bang li rayedaran dikin ku divê ji bo rakirina tecrîdê gavên lezgîn biavêje. Divê rayedar ne li gorî hiqûqa li gorî kesan, divê li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”