AMED – Odeya Bijîşkan a Amedê û Şaxa SES’ê ya Amedê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û gotin: “Em bang li hemû sazî û dezgehan dikin ku ji bo kes li hepsan nemire, ji bo çareseriyê dest bi hewldanan bike. Sibê dibe ku derengî be.”
Odeya Bijîşkan a Amedê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Amedê têkildarî greva birçîbûnê û rojiya mirinê li avahiya Odeya Bijîşkan daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên Odeya Bijîşkan û SES’ê û Egîtîm Senê beşdarî civînê bûn û pankarta “Deng bide jiyanê bila mirin pêk neyên” daliqandin.
Daxuyaniya bi kurmancî Sekreterê Şaxa SES’ê Mehmet Nur Ulus û daxuyaniya bi tirkî jî Serokê Odeya Bijîşkan Mehmet Şerîf Demîr xwend.
Ulus greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî bi bîr xist û di 90 zîndanan de çalakî didome. Ulus anî ziman ku li gorî nameyên ku ji aliyê girtiyan rêxistinên tenduristiyê tên şandin û her wiha li gorî raporên di destê Komeleya Mafên Mirovan de tecrîda ku bûye mijara greva birçîbûnê wekî pirsgirêka herî sereke tê dîtin.
Ulus bal kişand ser hiqûq û qanûnan ên ji bo girtiyan û got: “Bi awayekî bêhiqûqî zagonên heyî tên binpêkirin û esas nayên girtin. Armanca grevên birçîbûnê sererastkirina vê rewşê ye lê mixabin têkildarî mijarê di serî de Wezareta Dadê heta niha tu gav nehatine avêtin. Ji ber vê 15 girtiyên di greva birçîbûnê de di 30’ê Nîsana 2019’an de çalakiya xwe veguherandine rojiya mirinê.”
Ulus bi bîr xist ku ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehên cuda 7 girtiyan çalakiya canbexşane pêk anîn û jiyana xwe ji dest dane.
'REWŞA ÇALAKGERAN XERABTIR DIBE'
Ulus da zanîn ku wan wekî Odeya Bijîşkan û rêxistinên tenduristiyê bi Wezareta Dadê û parêzerên girtiyan re gelek hevdîtin pêk anîn û derbarê van hevdîtinan de wiha got: “Di hevdîtinan de me bi caran anî ziman ku kesên ketine greva birçîbûnê rojê herî kêm divê 5 îskan av, 2 kevçiyê çayê xwê, 5 kevçiyê mezin şekir, kevçiyek qarbonat û 500 mg wîtamîna B1’ê bigrin, daxwaza wan a muayenekirina ji hêla heyetên bijîşkan ên serbixwe ve were pejirandin, divê rayedar wekî aliyê sêyemîn zextê li ser bijîşkan nekin, divê bijîşk jî li gorî Encamnameya Maltayê ya Yekitiya Bijîşkên Cîhanê nêzî çalakgerên greva birçîbûnê bin.”
Ulus bal kişand ser nexweşînên girtiyan û got: “Li gorî agahiyên ku gihêştine destê me di hinek zîndanan de wîtamîna B1’e, xwê, şekir û karbonat nadin girtiyan, hinek çalakgerên greva birçîbûnê davêjin hucreyan û her wiha tê gotin ku rewşa zîndanan a xerab piştî grevên birçîbûne her diçe ji bona çalakgeran dibe cihekî xerabtir.”
Ulus nexweşînên li girtiyan peyda bûne wiha rêz kir:
* Mîde diêşe-dişewite, zikêş û dilxelîn tê dîtin
* Dil dikute û sing diêşe
* Dîtina çavan kêm bûye, guh dikin çingînî, li hemberî ronahî û bêhnê hesasî zêde bûye
* Hevsengiya bedenê xera bûye, konsantrasyon kêm bûye, fêmdariyê de zehmetiyê dikişînin û ranazên
* Sergêjî û serêşî çêdibe
* Di axaftin û meşê de dijwarî tê dîtin.
‘DIBE KU SIBÊ DERENG BE’
Ulus destnîşan kir ku bi qasî ku ji gazinên girtiyan tê fêmkirin her diçe rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe û wiha got: “Wiha bidome dê jiyana wan bikeve xeterê. Em encamên de jiyan dikeve xeterê yan jî tenduristî zirarê dibîne rast nabînin û erê nakin. Çalakiya grevên birçîbûnê jî ji wan yek e û li gorî felsefeya sereke ya pîşeya tenduristiyê ne di cî de ye. Ji ber vê yekê di çareserkirina vê pirsgirêkê de divê însan esas were girtin û sedemên greva birçîbûnê li gorî vê esasê ji holê werin rakirin.
Ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê sepandina zagonên dewletê yên heyî bes in. Desthilatdarî divê demildest daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de bi cî bîne ku çalakiyên ku veguherîne rojiya mirinê rawestin.
Em ji mêj ve jiyana mirovan û parastina tenduristiyê wekî meseleke jiyanî digrin dest. Bijîşktî û xebatkarên tenduristiyê jiyana mirovan li ser her tiştî dibînin, di her meselê de jiyan û tenduristiya însên esas digrin û di vê çarçovê de çareseriyê digerin. Ji ber vê em di serî de hikûmet û wezaretên têkildar gazî hemû sazî, dezgeh, pêkhate û komeleyan dikin ku girtiyên di grevên birçîbûnê de hîn jiyana xwe ji dest nedane xwe berpirs bibînin û bikevin nav hewldanan.
Wekî kedkarên tenduristiyê em careke din bang dikin. Siba dibe ku derengî be!”