ŞIRNEX – Polîsan li daxuyaniya xizmên girtiyan ên xwestin li ber Girtîgeha Şirnexê balê bikişînin ser grevên birçîbûnê asteng kir.
Malbatên girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa Şirnexê piştî hevdîtinê xwestin li ber girtîgehê daxuyanî bidin û balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya girtiyan. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî piştevanî dan daxuyaniyê. Di kêliya malbatan xwe amade kir ku daxuyaniyê bidin lê polîsan daxuyanî asteng kir. Malbatan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Divê ku zarokên me bimirin? Ji bilî wan tu xema me nîne. Em dixwazin bibin dengê zarokên xwe.”
Polîsan gefa mudaxeleyê li malbatan xwar. Li ser vê yekê malbat ji ber girtîgehê veqetiyan.
Malbat û rêveberên HDP’ê û DBP’ê derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bûn. Polîsan avahiya HDP’ê jî dorpêç kir. Malbatan di daxuyaniyê de wêneyên girtiyan hildan.
‘ERÊKIRINA ŞER LÊFERZKIRINA ŞER E’
Hevserokê HDP’a Şirnexê Zekî Îrmez got li Girtîgeha Şirnexê 20 girtî di greva birçîbûnê de ne. Îrmez da zanîn ku girtî dixwazin Tirkiye hiqûqa xwe pêk bîne û got: “Ji ber polîtîkayên tund ên AKP’ê 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Pêwîste gavek berê gavekê birêz Ocalan dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Berevajî vê yekê tiştek neyînî li girtîgehan biqewime hikumeta AKP’ê berpirsê vê yekê ye. Erêkirin û dewamkirina tecrîdê tê wateya şer li gelên Tirkiyeyê ferz dikin û em vê yekê qebûl nakin. Daxwaza girtiyan a me ye û em ê bibin dengê wan. Em li ser vê axê li dijî şer aştiyê, li dijî mêtingeriyê kedê û li dijî tecrîdê hiqûqê diparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.