RIHA - Çalakger Mehmet Alî Oba yê bi armanca piştgiriyê bide çalakgerên di greva birçîbûnê de ket grevê û hat binçavkirin, beraet kir. Ev biryar ji bo biryarên din jî dibe mînak.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Lideri Abdullah Ocalan ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven daye destpêkirin bi tevlêbûna hezaran girtiyên siyasî berdewam dike. Bi hezaran girtî û bi sedan siyasetmedar li Ewropa, Tirkiye û 4 parçeyên Kurdistanê di nava çalakiyan de ne. Di 4'ê Kanûnê de koma ku li Rihayê bi armanca piştgiriyê bidin çalakgerên di grevê de û ketin grevê hatibûn binçavkirin. Di 4'ê Kanûnê de Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Nusrettîn Maçîn, biraziye Ocalan Memet Ocalan Omer Ocalan jî di navde 47 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin biryara beraetê da. Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Bekir Karageçilî, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Aliye Kızıldamar, dayikên Aştiyê Hadle Ogur û Selvi Oztunç, Mehmet Ali Oba bi îdîaya "bi zanebûn û xwestin alîkarî dane rêxistinê hatibûn girtin. Welatiyê Kobanê Halid Muslum jî dervê sînor kiribû
6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê îdîaname qebûl kiribû û biryar dobû ku di 25'ê Gulana 2019'an de danişîn bê dîtin. Parêzerê Mehmet Ali Oba Bekîr Benek, îtîraz kir û xwest li 5'emîn dadgeha cezayên giran bê dîtin. Li ser îtîraza parêzer 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê biryar da û biryara beraetê ya dozê da.