AYDIN – Li navçeya Efeler a Aydinê Selîm Çelîk ê 35 salî bavê 2 zarokan întîxar kir. Hat zanîn ku di demên dawî de ev bû întîxara 9’emîn li Aydinê pêk tê.
Li navçeya Efeler a Aydinê Selîm Çelîk (35) ê bavê 2 zarokan întîxar kir. Bûyer li ser Cadeya Şerbetçî ya taxa Mesudiye pêk hat. Hat diyarkirin ku ev demek bû Çelîk bêkar bû û pirsgirêkên wî yên derûnî hebûn û xwe bi darê ve daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye. Hat zanîn ku di demên dawî de ev bû întîxara 9’emîn li Aydinê pêk tê.
Piştî ku niştecihên taxê agahî dan polîsan hatin cihê bûyerê û cenazeyê Çelîk rakirin morga nexweşxaneyê.
Dozgeriyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.