ENQERE – Rojnameger Steve Sweeney li Stenbolê tê binçavkirin û pirsa "Li hember gelê kurd çi hîs dikî" jê dikin û piştî bersivên pirsan dide wî dersînor dikin. Sweeney got çalakiya greva birçîbûnê rewa ye û divê tecrîd bê bidawîkirin.
Edîtorê nûçeyên derve yê rojnameya Mornîng Star a li Îngilîstanê weşana xwe dike Tteve Sweeney ji bo hilbijartina xwe cihî bişopîne hatibû Tirkiyeyê. Ji ber hêcetên parvekirinên medya civakî Sweeney hat binçavkirin û rojek di binçavan de ma û di 29’ê adarê de wî derveyî sînor kirin. Rojnameger Sweeney derbarê pêvajoya binçavkirinê de ji ajansa me re axivî.
‘TU LI HEMBER GELÊ KURD ÇI HÎS DIKÎ’
Sweeney bi bîr xist ku di serdanên berê de li bajarên kurdan gellek caran rastî tacîza polîsan hatiye û hatibû binçavkirin. Sweeney da zanîn ku ji bo hilbijartina xwecihî li Amedê bişopîne çûye balafirgeha Sabîha Gokçenê û li wir ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û di heman kêliyê de dest danîne ser telefona wî. Sweeney anî ziman ku di lêpirsîna binçavan de polîsan pirsa “Tu li hember gelê kurd çi hîs dikî” kirine û got: “Min li wir ji rayedarên îstîxbaratê re got divê li gorî rûmeta mirovahiyê muamele bê nîşandan. Diyar bû fikira me heman fikir bû. Pişt re têkildarî Abdullah Ocalan pirsan ji min kirin û min darizandin. Îda kirin ku ez sempatîzanê PKK’ê me. Min li balafirgehê xistin hucreyekê. Polîsên têkoşîna bi terorê re hatin û pasaport û telefona min dan min. Pişt re gotin hatina min Tirkiyeyê qedexe kirine. Xwedêgravê ez ewlehiya neteweyî tehdît dikim.”
‘LI TIRKIYEYÊ ÇAPEMENÎ NE AZAD E’
Sweeney diyar kir ku di her hatina xwe ya Tirkiyeyê de rewş nebaştir dibe û li gel rewşa xerab jî dengê kurdan li her devera cîhanê belav bûye û bi taybetî jî dengê Leyla Guven û girtiyan li korîdorên hikumetên rojavayî olan dide. Sweeney da zanîn ku medya grevên birçîbûnê bi qasî tê xwestin dernaxe û li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne û got: “Çapemeniya azad fişeka demokrasiyê ye.”
‘DAXWAZ REWA YE’
Sweeney destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ya ku parlamenter jî ketine rewşa demokrasiyê ya Tirkiyeyê wêneyek zelal datîne holê û got: “Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê rewa ye. Bêdengiya li hember grevên birçîbûnê ya Ewrûpa jî li ber çavan e. Saziyên wek CPT û Konseya Ewrûpayê jî şirîkê zilma li ser gelê kurd tê kirinê ne. Lê çi dibe bila bibe di encamê de wê têkoşîna gelan bi ser bikeve.”
MA / Seda Taşkin