AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku ji ber bêdengiya îktîdarê grevên birçîbûnê veguherîne rojiya mirinê û got: "AKP, çalakiyên demokratîk jî taamûl nake, lê em ê vê yekê danequrtînin. Eger gotinek hebe, divê ew jî xwedîderketina li rojiya mirinê be."
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, bal kişand ser bangawaziya dayikên girtiyan ku ji bo rojiya mirinê banga "seferberiyê" û bang li her kesî kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û li girtîgehan tiştek neyînî neqewime tev bigerin.
‘HELWESTA HIKÛMETÊ PROVAKASYON E'
Arslan, bêdengiya hikûmetê ya ji bo grevên birçîbûnê wekî "provakasyonê" nirxand û got: "Polîtîkaya tecrîdê li dijî qanûnên welat e. Qanûnê dewletê bi xwe jî tecrîdê qebûl nakin. Lê bi israr domandina vê yekê hewldaneke ji bo provakasyonê ye. Ji bo avakirina zemîna pevçûna hundurîn e. Lê gelên Tirkiyeyê bi hestiyarî nêz dibe. Lê civakê zivêr dikin. Dawiya vê yekê alozî ye. Qey dewlet aloziyê dixwaze? Li girtîgehan bi mehan e girtî di greva birçîbûnê de ne. Civak nerihet e, bi rojan e dayik li kuçeyan e. Mirov dixwazin bibin dengê grevaên birçîbûnê. Lê astengkirina zemîna ji bo vê yekê, bi awayekî aşkere provakasyon e."
‘SIYASETA DEMOKRATÎK BÊWATE KIRIN'
Arslan, destnîşan kir ku dewlet ji jiyana welatiyan berpirsiyar û got: "Dewlet, mecbûr e guh bide daxwazên welatiyên xwe. Ji bo hiqûq pêk bê ên di greva birçîbûnê de ne parlementerên Dewleta Komarê Tirkiyeyê ne. Hevseroka me ya giştî Sebahat Tûncel û Selmak Irmak berê parlementer bûn. Ji ber dîtin Tirkiye ber bi felaketekê ve diçe ketin greva birçîbûnê. Bi vî awayî li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan dan. Eger li Tirkiyeyê siyasetmedaran karibûna bi rê û rêbazên demokratîk xwe îfade bikirana, wê niha çalakiyên greva birçîbûnê jî tunebûna. Em behsa bi hezaran mirovî dikin. Nahêlin siyasetmedar biaxivin. Daxuyaniyên ku polîtîkayên hikûmetê protesto dikin tamûl nakin. Tirkiye, dibêje ew dewleteke hiqûqê ye, lê belê kes nikare polîtîkayên hikûmetê rexne bike. Ji ber siyaseta demokratîk hatiye bêwatekirin kêr gihaştiye hestî."
‘DIXWAZIN KURDAN BIKIN MEHKÛMÊ MIRINÊ'
Arslan, bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 176 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Ji bo dewlet qanûnên xwe pêk bîne ma em ê li bendî mirina mirovan bin? Ev bêdengî, bêdengiya ku kurdan mehkûmî mirinê dike. Bêdengiya neqebûlkirina kurda ye. Ev nêzîkatiyeke 'çi qas kurd bimirin ew qas baş e.' Mirina her canekî di warê hestiyarî de tê wateya ku gel ji hev dûr bikevin. Lê em hewl didin ku civakê nêzî hev bikin. Divê ji niha û pê ve tecrîd dewam neke. Em di asteke pir krîtîk de ne."
ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ
Arslan, destnîşan kir ku ji ber bêdengiyê li 4 girtîgehan 15 girtî çalakiya greva birçîbûnê veguherandine rojiya mirinê û got: "Ji ber bêdengiya civak û îktîdarê çalakiya rojiya mirinê dest pê kir. Ev çalakî nîşan dide ku li Tirkiyeyê siyaset çi qasî bêerk maye. Ji ber îktîdar kesiyê dike û guh nade daxwaza girtiyan, ev pêk hat. Diviya partiyên siyasî, civak û muxalifan ev bersiv bidana îktîdarê. Eger partiyên siyasî û civak rola xwe bilîstana, wê grevên birçîbûnê jî dest pê nekirina û wê rojiya mirinê jî pêk nehatana."
Arslan, diyar kir ku ji ber AKP xwe li bêdengiyê daniye rojiya mirinê dest pê kiriye û got: "AKP, li pêyî provakasyonê ye. Dixwaze di ser mirina kurdan re aloziyê li nav civakê belav bike. Çalakiya greva birçîbûnê, çalakiyeke ku heta cihekî dewam dike. Berpirsiyariya siyasî û hiqûqî ya vê yek di stuyê îktîdarê de ye. Ji ber em nikarin bibin bersiva girtiyên siyasî, di warê wijdanî de em berpirsiyar in. Em di bin vî barî de dieciqin. Lê belê ne dewlet û ne jî îktîdar divê li bendî mirina girtiyan nesekine. Berpirsiyar in cenazeyên ku ji girtîgehan derkeve îktîdar e û wê nikairbe ji bn vî barî rabe."
ROJIYA MIRINÊ YA 14'Ê TÎRMEHÊ
Arslan, destnîşan kir ku piştî 14'ê Tîrmeha 1982'yan ev rojiya mirinê ya dudoyan e û got: "Azmûnên me yên pir êşbar hene. Gelek hevrêyên me yên hêja li dijî pêkanînên îktîdarên faşîzan bedêl dan. Eger dewlet hîn jî dersek negirtibe, nexwe cihê ku ev îktîdar biçe kêleka darbekarên 1980'yî ye. Wê dawiya wan jî nekêmî ya wan be. Li Tirkiyeyê partiyên siyasî yên li hemberî vê feraseta qirêj dernakevin jî nekêmî AKP'ê ne. Bêdengiya li dijî zilma AKP'ê ya li ser kurdan, ya li ser dayikên ku li nêv kuçeyan bi erdê ve tên kişandin nîşan dide ku ew jî nekêmî AKP'ê ne. Dayikên me sirf ji bo bibin dengê zarokên xwe kuçe bi kuçe digerin."
'BÊDENGÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Arslan, bal kişand ser banga "seferberiyê" ya dayikên girtiyan û got: "Divê her kes xwe têxe bin vî abrî. Piştî 130 rojî girtî dest bi rojiya mirinê kirine. Ev tiştekî pir talûke ye. Wê ev dirêj najo. Em dibînin ku wijdan hişk bûye. Divê gelên Tirkiyeyê, kurd bi hestiyarî tev bigerin. Kî dikare çi bike bila bike û ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bibe tev bigere. AKP, çalakiyên demokratîk jî taamûl nake, lê em ê vê yekê danequrtînin. Hevrêyên me ji bo rûmeta kurdan, ji bo nirxên demokratîk ên Tirkiyeyê canê xwe danîne meydanê. Kesên birûmet, kesên demokrasîxwaz divê xwe li bêdengiyê daneynin. Eger rojekê demokrasî bê vê axê, wê bi saya berxwedana van hevalan bê. Bêdengiya ji bo vê vînê nayêq ebûlkirin. Eger gotinek hebe, divê ew jî xwedîderketina li rojiya mirinê be. Bereksê wê, li Tirkiyeyê gotin bêfêde ye."
Herî dawî Arslan, destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê raya giştî bi ser îktîdarê de biçe û got, di van çalakiyan de tiştekî nebaş biqewime berpirsiyar AKP ye û wê hesabê her tiştî bide.
MA / Ozgur Paksoy